PKK: Divê Elmanya dawî li qedexeyê bîne, rûpelekî nû bê vekirin!

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê ji hikumeta nû ya koalîsyonê ya Elmanyayê xwest ku "Di mijara Kurdan de rûpelekî nû veke" û rakirina biryara qedexeyê wê bibe destpêkeke girîng.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê wiha ye:

"Dawiya sala 2021'ê serdema Angela Merkel a 16 salan bi dawî bû û li Elmanyayê hikumeteke nû ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Azad (FDP) hate avakirin. Hikumeta nû ragihand ku di polîtîkaya derve de wê nêzîkatiyeke 'bi bingeha nirxan' a ji demokrasî, serweriya hiqûqê û hunermeta li mafên mirovan ji xwe re bikin esas. Hikumetên beriya niha yên Elmanyayê, bi polîtîkaya xwe ya derve ya li ser bingeha berjewendiyên aborî û nêzîkatiyên pragmatîk, bi piştigirya ku didan polîtîkayên înkar û antî-demokratîk ên Tirkiyeyê, her wiha bi qedexeya navxweyî jî zerareke mezin da tevgera me û gelê me. Vê siyasetê li gel bandora neyînî ya ku li çareseriya pirsgirêka Kurd kir, di heman demê de ji bo Kurdên li dîasporayê ku piraniya wan li Elmanyayê ne, bû sedem ku jiyana hevpar û aştiya civakî ya Elmanyayê tengav bibe. Em di wê baweriyê de ne ku êdî pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû heye. Bi wesîleya cejna Newrozê ku nêzîk dibe, em dixwazin vê bang û peyama xwe bi rêya raya giştî ragihînin.

TÊKOŞÎNA ME LI DIJÎ NEWEKHEVÎ, BINDESTÎ Û NEHEQIYÊ YE

Ji bo me tevgerê, dostanî û piştevaniya gelan gelekî girîng e. PKK ji dema damezrandinê û vir ve bûye tevgerek ku piştgiriyê dide jiyana bi hev re û biratiya gelan. Tevgera me, di serî de gelê Tirk ti gel, ti kom bi dewleta serwer re wekhev nedît, dema ku li dijî tundiya dewletê û înkarê di çarçoveya parastina rewa de têkoşiya, ji xwe re kir esas ku xwe bigihîne gelan û hevkariyê bike. Serokê me Birêz Abdullah Ocalan di 21'ê Adara 2013'an de li pêşberî tevahiya çapemeniya cîhanê û bi milyonan Kurdistaniyan got, 'Têkoşîna me ne li dijî nijad, ol, mezheb an jî komekê ye, têkoşîneke me li dijî wan nabe jî. Têkoşîna me li dijî bindestî, nediyarî, neheqî, paşdehiştinê, li dijî her cûre zilm û bindestiyê ye'. Ji xwe di parêznameyên xwe de jî bi teoriya 'neteweya demokratîk' ku weke yek ji encamên herî girîng ên dîroka me ya têkoşînê pênase dike, aştî û dostaniya navbera gelan, jiyana hevpar kiriye bingeha teorîk û xistiye navenda paradîgmaya me ya nû.

RÊBAZA JIYANA NÛ

Vê nêzîkatiya teorîk, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ku cografyayeke seknên siyasî û têkiliyên nefretê, her wiha dijberiya li hev a etnîkî û olî tê kirin, kir ku rewşeke nû rû bide. Li Bakurê Kurdistanê encamên welê bi xwe re anî ku projeya Tifaq-Platforma Demokrasiyê, lihevkombûna bi avaniyên siyasî ji bo jiyaneke hevpar demokratîk a ji hemû cihêrengiyan, her wiha bi Şoreşa Rojava re jî komên etnîkî, olî û mezhebî, komên cuda yên civakî bêyî ku şerê hev bikin û xwe ji hev vebigirin, jiyaneke bi hev re afirand. Ji ber ku xwe gihand ferasetke nû ya neteweyî karîbû vê yekê pêk bîne. Neteweya demokratîk berevajî nêzîkatiya netewe dewletê, zimanekî hevpar û etnîsîteyê naxe navenda xwe. Civakeke hevpar e ku ji aliyê civak û kesayetên azad ve bi îradeya xwe ava kirine. Bi vî rengî bi teoriya neteweya demokratîk, felsefeya siyasetê ya xwe dispêre navenda netewe dewletê ji holê hate rakirin, avakirina neteweyeke hevpar a bindestan, nasname û gelan hemûyan guncaw kir. Hêzeke qirker a mîna DAÎŞ'ê bi berxwedana gelan a ku di bin sîwana neteweya demokratîk de li hev civiyan hate têkbirin ku ev yek ne tenê meseleyeke leşkerî ye, di heman demê de diyar dike ku rêbaza jiyanê, ruh û baweriyeke alternatîf destnîşan dike.

Di navenda vê rêbaza jiyana nû de yekîtiya jiyana hevpar a gelan, cihêrengiya bawerî û oılên cuda û jiyana azadîparêziya jinê heye. Xeta azadîparêziya jinê di navenda têkiliyên me yên civakî yên nû û têkoşîna me de ye. Azadiya jinê weke gava destpêkê ya hemû azadiyan tê dîtin. Bicihbûna şoreşa jinê di navenda paradîgma û civakeke nû de nîşan dide ku ne tenê li nava civaka Kurd, li tevahiya cografya Rojhilata Navîn dibe sedema pêşketineke çawa. Jin li dijî her cûre paşverûtiyê bûye pêşenga berxwedanê, parêzvana jiyana civakî, bi hevserokatiyê jî bi temsîliyata wekhev bûye hêza bingehîn a karên sivîl û siyasetê yên nû.

EM TEVGEREKE SEKULER IN

Em tevgereke sekuler in, bi rengekî wekhev nezî hemû baweriyan dibin, ji bo etnîsîte û baweriyên di bin zextê de ne, ji bo parastina wan em di nava hewldaneke mezin de ne. Sala 2014'an li Şengalê dema ku qirkirineke mezin li dijî Kurdên Êzidî hate kirin, têkoşîna herî mezin a li dijî qirkirinê, tevgera me meşand. Berxwedana ku gerîlayên PKK'ê li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê meşand, li Parlamenta Elmanya ya Federal jî hate nîqaşkirin. Sala 2014'an ji bo demeke kurt jî be li nava raya giştî ya Elman û parlamentê nîqaş li ser bêwatebûna qedexeya li ser PKK'ê, her wiha nîqaş li ser biçekkirina PKK'ê hate kirin. Weke ku tê zanîn parlamenterên cuda yên partiya hevparê hikumeta wê demê spasiya nêzîkatiya bi berpirsyarane ya PKK'ê kiribûn û destnîşan kiribûn ku divê bi PKK'ê re biaxivin. Piştre êriş li ser Kobanê çêbû. Li vir jî hem berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê hem jî gerîlayên PKK'ê yên bi alîkariya wan ve çûn û piştgiriya hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, kir ku rûmeta mirovahiyê li dijî barbariyê bi ser bikeve.

TÊKOŞÎNA ME LI DIJÎ YÊN KU WELATÊ ME DAGIR KIRINE

Em tevgera azadiyê ya gelên li cografya Kurdistanê ne. Pirsgirêka me bi dewleta netewe-paşverû-faşîzan û hevkarên wan ên xwecihî ye ku jiyana Kurdan a bi hebûn, nasname û statuya wekhev red dikin. Têkoşîna me li dijî wan hêzan e ku welatê me dagir kirine û ev têkoşîn tenê li welatê me, li herêma me tê meşandin. Ti polîtîkayeke me nîne û nabe ku em vê têkoşîna xwe bibin welatekî din, yan jî Ewropayê. Li hemû qadên ku têkoşîna me lê bi bandor e, gelek çavdêrên serbixwe jî dibêjin ku nijadperestî, neteweperestî, zimanê bi serweriya mêr nîne, nêzîkatiyek wekhev û rû bi rû bûna bi rabirdûyê heye. Dema ku em li dijî hêzên kolonyalîst têdikoşin di heman demê de bi hêzên pêşverû yên wî welatî re têkoşîneke hevpar dimeşînin û hewl didin veguherîneke demokratîk bikin. Li şûna xeteke têkoşînê ya herêmî ku guhertina sînorên heyî dike esas, em daxwaza xweseriya demokratîk ji bo gelê xwe û demokrasiyê ji bo welatê serwer dixwazin. Têkoşîna azadiyê ya gelê me di heman demê de bi têkoşîna demokratîkbûnê ya van welatan re ketine nava hev, bûne yek. Bi têkiliya bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê, bi xeta ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas, têkoşîna me gihîştiye vê astê.

LI GEL ZEXT Û ZORDARIYÊ XETA TÊKOŞÎNÊ YA DEMOKRATÎK A LI EWROPAYÊ

Karakterê çekdarî yê vê têkoşînê ji tercîhekê wêdetir weke mecbûriyetê derketiye holê. Li welatekî weke Tirkiyeyê ku nav û hebûna Kurdan hatiye qedexekirin, her pêşketineke pêşverû bi hêzeke giran tê tepisandin, tenê bi berxwedana çekdarî ji atmosfera giran a faşîzma 12'ê Îlonê, ji êşkencexaneya hov a Zindana Amedê dikarîbû bê rizgarkirin. Tevgera me ev têgihiştin nîşanî her kesî da. Bêguman di nava van şert û mercan de ji bo pêşîvekirina li têkoşîna siyasî û çareseriya aştiyane, bi erênî bersiv da bangên agirbestê yên rêxistinên sivîl û welatên demokratîk, bi vî rengî gelek caran agirbest ragihand, lê her carê bi êrişên hikumeta Tirk agirbest hatin têkbirin. Di pêvajoya danûstandinan de ya navbera salên 2013-2015'an, hêzên çekdar ber bi derveyî sînor ve hatin vekişandin, ji bo şer rû nede û têkoşîna siyasî bibe esas, hin bûyer qewimîn. HDP jî di vê pêvajoyê de ava bû û bersiveke mezin ji gel wergirt. Lê belê Serokkomarê wê demê Erdogan got, 'pêvajoya çareseriyê hatiye rawestandin' û dawî li vê pêvajoyê anî, bi dehan bajarên Kurdan di navbera salên 2015-2016'an de hatin hilweşandin ku di rapora Sibata 2017'an a Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de weke 'qiyametê' hate pênasekirin, ciwan û birîndar li jêrzemînan hatin şewitandin, pêvajoyek ku cihên dîrokî hilweşandin, anîn serê gelê Kurd. Li gel vê zext û zilmê, li welêt û Ewropayê ji xeta têkoşînê ya demokratîk derneket û berxwedana me bi vî rengî dewam kir.

LIDARXISTINA ÇALAKIYAN LI SER BINGEHA DEMOKRATÎK ARMANCA ME YE

Kurdên li Ewropayê, ew beşên civakê ye ku ji ber zilma li Kurdistanê û zextên dewleta Tirk reviyane. Şerê li Kurdistanê bandor li wan kiribû. Ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser zext û zilma li Kurdistanê çalakiyan li dar dixin. Armanca me ya bingehîn e ku ev civîn, konferans, çalakî li gorî vê armancê li ser zemîna demokratîk bêne lidarxistin. Armanca me ew e ku hemû çalakî li ser rewşeke demokratîk a rewa bên kirin. Em naxwazin û qebûl nakin ku kesek serî li tundiyê yan jî rêyên neqanûnî bide. Weke tevger em bi daxuyaniyên berê yên rêveberiya xwe ve ne û careke din vê piştrast dikin.

HINCETÊN QEDEXEKIRINÊ DI CIH DE NÎNE Û JI HOLÊ RABÛNE

Tevî van hemûyan jî li Elmanyayê zext û qedexeya li ser tevgera me dewam dike. Ji 26'ê Mijdara 1993'an û vir ve di bin navê 'Qedexeya karên PKK'ê' de siyaseteke giran tê meşandin. Ev siyaseta qedexeyê heta gihîştiye qedexekirina al, flama, reng, nav û dirûşman. Êrişên li ser saziyên çapemenî, weşan û çandê, desteserkirina arşîv, berhemên çandî û mîrateyê di çarçoveya vê qedexeyê de têne kirin. Vê qedexeyê bandor li tevahiya civaka KUrd kiriye, bi hezaran mirovên me di astên cuda de bi salan zerar jê dîtine. Dewleta Elman bi binpêkirina mafên bingehîn ên destûra xwe ya bingehîn, bi zordariya li ser hiqûqê vê qedexeyê dewam dike. Dema ku mijar dibe Kurd li şûna biryardariya dewleta demokratîk, dewleta polîs û îstîxbaratê dikeve dewrê.

Rûyê ku Elmanya nîşanî Kurdan dide siyaseta 'qedexeyê' ye. Eşkere ye ku pêwendiya vê yekê yekser bi nêzîkatiya li tevgera me û gelê me heye. Lewma hincetên ku ji bo qedexeyê hatine destnîşankirin di cih de nînin û di nava pêvajoya derbasbûyî de bi temamî ji holê rabûne. Guhertinên paradîgmayî, nîşaneya pratîkî ya vê yekê ku di nava sih salên dawî de pêk hatin, nîşan didin ku gotina qedexeyê ya li Elmanyayê divê ji holê bê rakirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya nû, wê derfetê biafirîne ku Elmanya bi civaka Kurd re têkiliyeke hin bi pîvan diyar bike û li Rojhilata Navîn li cografyayeke berfireh belav bibe.

JI BO ÇARESERIYÊ EM LI BENDA TEVKARIYA ELMANYAYÊ NE

Elmanya ji aliyê dîrokî ve di parçekirina Kurdistanê de rol lîstiye. Lê belê siyaseta xwe dispêre înkarkirina Kurdan a hêzên global ên wê demê yên ji navenda Îngilistan û Fransayê lêpirsîn nekir, siyaseteke alternatîf jî neafirand. Weke tevgera daxwazek me ji Elmanyayê nîne ku bi Tirkiyeyê re têkiliyê danayne, yan jî daxwazeke me ya ji bo bidawîkirina vê têkiliya xwe ya ji sparteyên dîrokî nîne. Her wiha ji bo xerakirina vê têkiliyê jî siyaseteke me nîne. Em tenê di wê baweriyê de ne ku têkiliyên Elman-Tirk divê nebe bingehek ji bo jiholêrakirina mafên bingehîn ên gelê Kurd, divê ev têkiliya dîrokî hem bi kêrî Elmanyayê, hem Kurdan hem jî Tirkan bê û bi rengekî çêker û çareser bê meşandin. Em li bendê ne ku tevkariyê li bidawîkirina şer, pêkanîna çareseriya aştiyane û demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Eşkere ye ku ev yek wê hîn bêhtir bi Elmanyayê bide qezençkirin. Di halê hazir de 'qedexeya karên PKK'ê ya ku dema wê derbas bûye, tenê xizmetê ji şer, dewamkirina kiryarên antî demokratîk ênli Tirkiyeyê, rewakirina her cûre tundiya li dijî gelê Kurd dike.

'LÎSTEYA TERORÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG E'

Dewleta Tirk ji ber ku bi armanca paqijiya etnîkî û tunekirinê nêzî meseleya Kurd dibe, ne tenê li Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê jî helwesteke êrişkar û tunekirinê li dijî Kurdan nîşan dide. Di girankirina şerê Sûriyeyê û pêla penaberiyê de rola vê siyaseta dewleta Tirk diyarker e. Weke ku tê zanîn, ev pêla penaberiyê di serî de li dijî Elmanyayê li hemberî Ewropayê weke amûrek gefxwarin û şantajê bi kar aniye. Eşkere ye ku heta Tirkiyeyeke demokratîk û çareseriyeke aştiyane pêk neyê wê ev siyaseta şantajê jî bi dawî nebe. Siyaseta qedexeyê ya li Elmanyayê û piştre jî bicihkirina li 'Lîsteya Terorê' ya welatên Yekîtiya Ewropayê, astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê ye.

EM HÊVÎ DIKIN KU HIKUMETA NÛ SIYASETEKE XWESER TÊKILDARÎ KURDAN BIMEŞÎNE

Eger Elmanya 'Siyaseta qedexekirinê' ji holê rake, siyaseteke xweser a li ser çareserî û aştiyê bişopîne, wê bibe welatekî hîn demokratîk û bi bandor. Naxwe dewamkirina qedexeya lêkirina navên Kurdî li Elmanyayê, kiryarên bi vî rengî yên antî demokratîk wê bibe zemîna pratîka faşîzan û totalîter. Hikumeteke nû cihê xwe li nava siyaseta cîhanê û rola xwe ji nû ve pênase dike. Em hêvîdarim ku ev pêvajo xizmetê ji wê yekê re bike ku siyaseta qedexeyê ji holê bê rakirin û siyaseteke xweser têkildarî Kurdan bê meşandin.

RÛPELEKE NÛ DI MIJARA KURDAN DE

Hikumeta koalîsyona nû peymana xwe ya hevkariyê bi navê 'ji bo pêşketinê hîn bi wêrekî' bi raya giştî re parve kir. Lewma jî eger hikumeta nû dixwaze bi rastî bikeve nava guhertinekê, girîng e ku gavên bi wêrek biavêje. Di vê çarçoveyê de em di wê baweriyê de ku divê li ser mijara Kurdan rûpeleke nû veke. Bidawîkirina biryara qedexeyê ya ku zerarê dide Kurdan û Elmanyayê, wê bibe gaveke girîng a destpêkê. Bi vî rengî dema ku Elmanya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bû xwedî rol û mîsyonê, wê Elmanyayê hîn bêhtir nêzî Tirkiye û Kurdan bike, li Rojhilata Navîn jî wê xizmeteke mezin ji aştî û aramiyê re bike. Eger hikumeta nû di vê mijarê de gavê biavêje wê tevkariyeke girîng li demokrasî û aramiya Ewropayê bike.

Tevgera me bi her awayî ji diyalogê re amade ye, ku berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bîne."