PKK: Şehîd di têkoşîna me ya azadiyê de dijîn

Komîteya Rêveber a PKK'ê, şehîdên meha Gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî û destnîşan kir, şehîdan Kurdistaneke nû ya serbilind û pêşengê mirovahiya azad afirandine.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şoreşgeriya yek ji damezrînerên PKK'ê Hakî Karer, ku di 18'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê hate qetilkirin û hat gotin, "Di ser qetilkirina Hevrê Hakî Karer, şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst, yek ji damezirînerê PKK'ê, ku Rêber Abdullah Ocalan jê re 'weke giyanê min ê veşartî bû' digot, ku 18'ê Gulana 1977'an  ji hêla sîxurên TC'ê ve li Dîlokê hatibû kuştin, 40 sal derbas bûn. Di van 40 salan dawî de li Kurdistanê bi hezaran Hakî hatin dinê û gihaştin. Bîranîna şehîdê me yê mezin Hevrê Hakî Karer bû partî, bû gerîla û demokratîk. Têkoşîn azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo artêşa şehîdên leheng afirand ku hejmara wan ji 30 hezarî derbas kir. Kurdistan a ku ji dagirkeriyê re serê xwe tewandî, bêdeng û li ber mirinê guherand, Kurdistaneke nû ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide, têkoşer, serbilind û pêşengî ji mirovahiya azad re dike û bûye hêvî afirand.

Niha em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd salvegera 40'î ya Roja Şehîdan û Meha Şehîdan bi bîr tînin. Li her deverê em bernameyên bîranîna şehîdên leheng û rastfêhmkirinê lidar dixin. Em hewl didin ku rast fêhmkirina şehîdan û xwedîderketina rast a li şehîdan çawa rê li ber geşedanên mezin vedikin. Her wiha li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt têkoşîna me ya  azadiyê berdewam e û her roj em şehîdên nû didin. Li pêş rastiya şehîdan ku ji şehîdê me yê mezin ê pêşî Hakî Karer dest pê kirî û bi şehîdên me yên dawî hevrê Bedran, Rustem, Nîmet, Hindîstan, Ekîn û Nalîn, Hêlîn hatî, em hewl didin ji kûr ve xwe bidin ber pirsan, helwesta xwe ya şoreşger û welatparêz rast bikin û xurt bikin.

Li ser vê zemînê di şexsê şoreşgerê mezin Hevrê rêber Hakî Karer de, di salvegera 40'î de em hemû şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku bîranînên me yên şehîdên leheng ên ku bi yek ji damezrînerê Partiya me Hevrê Hakî dest pê kirî heta bi Hevrê Bedran, Rustem, Nîmet, Hindistan, Ekîn, Nalîn û Hêlîn hatî li Kurdistana Azad bidomînin û armancên wan bi ser bixin. Di sala çil û yekê ya Sala Şehîdan de em diyar dikin ku em ê hê xurttir li peywir û berpirsyariya xwe xwedî derbikevn, di xeta Rêbertî û Şehîdan de bi şêwaz, tempoyeke rastir têbikoşin, Kurdistanê azad dikin û em ê  Kurdistanê azad bikin û Rêber Apo bigihînin şert û mercên ku bikaribe bi azadî bijî û bixebite.

Tê zanîn ku têkoşîna me ya azadiyê têkoşîna rast xwedîderketina li bîranînên şehîdan û dan jiyîna wan e. Têkoşîna ku bi vî giyanî û bi vê hişmendiyê hatiye dayin em anîne heta bi roja îro. Ê ku li bîranîna Hakî Karer jî bi xurtî derketî Hevrê Halîl Çavgûn e. Hevrê Halîl Çavgûn, rêberê ciwanên Hîlvanê û şoreşger-welatparêzê mezin, dema ku di salvegera Hevrê Hakî de çalakiyê dike, 19’ê Gulana 1978’an bi hevkariya faşîst-polîsan tê qetilkirin. Di salvegera 39’an a şehîdbûnê de, em mîlîtanê hêja yê partiya me û rêberê ciwanên Kurd Hevrê Halîl Çavgûn bi hurmet û minet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku bîranîna Wî bidin jiyîn û armanca Wî bi ser bixin.

Weke ku tê zanîn di wê rêyê de ku Rêber Apo xêz kiriye û Hevrê Hakî Karer zelal kiriye têkoşîn didome û lehengiyên nû têne jiyîn. Vê carê dora berxwedana bi lehengî hatiye zindanan. Tarîtiya darbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê li zindana Amedê ji hêla Çar’an ve tê ronîkirin. Di salvgera 5'an a şehîdbûna Hevrê Hakî de hevrê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên ku di rêça Mazlûm Dogan de meşiyan, bedena xwe dane ber êgir, rê li ber Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Temûzê û têkbirina faşîzma 12'ê Îlonê vedikin. Li ser vê zemînê di salvegera 35’an de, em Çar'ên Zindana Amedê, Hevrê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi hurmet û minet bi bîr tînin, em careke dî sond dixwin ku bîranîna wan di Kurdistaneke Azad de bidin jiyîn.

Di têkoşîna me ya azadiyê de xaleke girîng Komkujiya Hewlêrê pêk tîne ku 16’ê Gulana 1997’an pêk hatibû. Hêzên PDK’ê ku hevkarî ji xwe re kirine xislet û hê wê demê bi mêtingeriya faşîst a TC’ê re hevkarî kirî, bi komkujiya navborî re deqeke reş li ser dîroka xwe danîne. Îro salvgera 21’an a vê komkujiya hov tê jiyîn û hê jî cenazeyên şehîdên komkujiyê nedane Tevgera me û malbatan. Em komkujiya Hewlêrê ku tiştên niha têne jiyîn jî têra xwe ronî dike şermezar dikin, di salvegera 21’an a şehîdbûna wan de, şehîdên me yên komkujiya Hewlêrê, di şexsê Hevrê Salih û Hêlîn de bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em careke dî sond dixwin ku bîranînên wan, li Kurdistaneke wiha ku ji hevkarî û îxanetê hatî şuştin bidin jiyîn.

Li ser vê zemînê di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku rastiya Rêbertî û Şehîdan rast fêhm bikin, xwedî derbikevin, di vê xetê de têkoşîna me ya azadiyê berztir bikin, ciwan zêdetir xwe tevlî nav refên gerîla bikin û li dijî sîstema faşîst-qirker bi çalakî li ber xwe bidin.

Weke ku tê zanîn; 18’ê Gulanê, di heman demê salvgera 44’an a qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya ye, ku yek ji rêberê Tevgera Şoreşger a Tirkiyê ye û her wiha damezirînerê TKP-ML’ê ye, ku di zindana Amedê de hatibû qetilkirin. Têkoşîna Tirkiyeyeke Demokratîk û Kurdistana Azad ku îro li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê dayin, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Ibrahîm Kaypakkaya didine dest pê kirin ku li dijî darbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Adara 1971’an dest bi berxwedana çekdarî kirin. Tam ev 45 sal in di vê rêya de ku van rêberên şoreşger vekirin li Tirkiyê û Kurdistanê li dijî faşîzmê şer tê kirin, têkoşîn tê dayin. Di vê têkoşîna pîroz de heta niha bi hezaran leheng şehîd bûne.

Têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya ku rêberên şoreşger ên mezin Mahîr, Denîz û Îbrahîm dane destpêkirin îro li Tirkiyê, Kurdistanê û li çar aliyên Rojhilata Navîn berdewam dike. Niha jî şehîdên leheng têne dayin. Bi taybetî jî şerê ku şoreşgerên Tirkiyeyî li Rojavayê Kudistanê û Sûriyê li dijî faşîzma DAIŞ’ê didin balê dikişîne. Li dijî çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê, ku bûne bela serê gelên Rojhilata Navîn, di şer de bi dehan şoreşgerên Tirkiyeyî şehîd bûne. Ê herî dawî û şehîdê mezin ê salvgera 45’an,  yek ji fermandarê operasyona Reqayê, Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG), dostê me yê hêja û hevrêyê me Hevrê Ûlaş Bayraktaroglû ye. Tevgera Şoreşger a Tirkiyê ji Mahîr, Denîz û Îbrahîman heta bi Ûlaş Bayraktaroglû xwedî xeteke berxwedanê ya 45 salan û xwedî artêşa Şehîdan a afirînerê vê berxwedanê ne.

Li ser vê bingehê, di salvegera 40. a şehadeta wan de, ji pêşengê şoreşgerî Îbrahîm Kaypakkaya heta Mahîr, Denîz û Ûlaş Bayraktaroglû, em hemû Şehîdên Şoreşa Tirkiyeyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dibare dikin ku em ê bîranîna wan li Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bidomînin.

Berxwedana antî faşîst a ji Enqere, Kizildere û Dersîmê dest pê kir, îro gihîştiye Şengalê û Reqayê. Em vê yekê gelekî girîng û watedar dibînin. Bi taybetî, nirxekî hêja ye ku hevrê Ûlaş Bayraktaroglû li Rojava şer kir û li Reqayê şehîd bû. Em dibêjin, hevrê Ûlaş wê li ser bingeha azadî û demokrasiyê sembola yekîtî û biratiya gelan be, her tim bi vî rengî were bîranîn û roleke xwe ya bi vî awayî hebe. Em êşa DKP û Tevgera BOG'ê parve dikin û dibêjin, ku hevrê Ûlaş wê di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de bijî. Li ser vê bingehê, em bang li ciwanên Tirkiyeyê dikin, ku ji Mahîr, Denîz û Îbrahîman heta Ûlaş Bayraktaroglûyan, rastiya berxwedana şoreşgerî rast fêhm bikin û di rêya van rêberên şoreşger de xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê tevlî berxwedana gerîla bibin."