PJAK: Helebçe sembola berxwedanî û vejînê ye

Bi minasebeta salroja kîmyabarana Helebçeyê PJAK’ê daxuyaniyek da, yên jiyana xwe ji destdanî bibîr anî û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 33. salroja kîmyabarana Helebçeyê daxuyaniyek da.

PJAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser komkujiya 16’ê Adara 1988’an û wiha pêde çû, "Kîmyabarana bajarê Helebçe ya 16’ê Adara 1988’an ji aliyê rejîma Baas ku bû sedema şehadeta herî kêm 5 hezar û birîndarbûna zêdetirî 10 hezar mirovan, li Rojhilata Navîn wek rojeke reş a rêze qirkirinên li dijî gelê Kurd e."

Daxuyaniye PJAK’ê wiha didome: "Cînayetên hovane yên rejîma Baas û faşîst ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê dest bi Enfala 1988 û 1989’an kir û bi hezaran gorên komî li pey xwe hişt, nîşan da ku destên qirêj û veşartî yên desthilatxwaz bi piştgirîdayîna rejîma Baas a Iraqê hebûne. Îro Kurdistan kirine navenda şerê sêyemîn ê cîhanî, lewma hê jî bi rengekî metirsîdar dom dike.

Civaka navneteweyî hê jî ji bo pêçatina birînên nû yên Helebçe di çarçoveya pêşxistina zagonên taybet ji bo darizandina dîrokî ya kiryarên wê de û garantîkirina paşerojeke bi aştî û aram li hemberî gelê Kurd û bajarê Helebçe hewldanek nekiriye. Bêguman civaka navneteweyî di vê mijarê de berpirsiyare û divê ji bo eşkerekirina vê qirkirinê û ji holê rakirina çekên kîmyewî bi şeklekî fermî dadgehan pêk bîne. Lê hê jî bi qasî serê derziyê balê nadin êşa kesên sax mayî û malbatên şehîdan.

Helebçe sembola hafizeyekî zindî ye ku dîroka îro û paşeroja wê ti carî di rêya azadî û azadîxwaziya neteweya Kurd de ji bîr neke. Helebçe bûye sembola berxwedanî û vejîna gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn.

Heta ku têkoşînên azadîxwaziya gelê me bi xwe spartina çiyayên berz ên Kurdistanê bidome, teqez wê dilê gelê me rehet be ku zarokên wêrek ên vî welatî wê berdewam li hemberî zilmê bi bandor û bi vînekî mezin bisekinin.

Wek PJAK'ê tevî şermezarkirina qirkirina Helebçe, êşa yek bi yekê malbatên qurbaniyan parve dikin û hêviya saxbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Her wiha sond dixwin ku di parastina rewa û her alî ji gelê me de bi armanca ji holê rakirina qirkirinê faşîstan a li Kurdistanê em ê nesekinin. Bang li gelê xwe dikin ku bi nêzîkbûna Newrozê ya sembola berxwedanî, vejîn û serhildanê ye, li tevahî qadên têkoşînê ango ji gundan bigre heya bajaran amade bin û ji bo azadî û demokrasiyê rûpelên din ên fedakariyên xwe yên dîrokî li rûpelan zêde bikin."