PJAK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

PJAK'ê nasnameya endamê xwe yê li Kunemasî di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûyî aşkere kir. PJAK’ê da zanîn ku nasnameya Kurdê azad dibe hedef û ji bo rakirina xeta xiyanetê, partiyên Başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan.

PJAK’ê nasnameya endamê xwe yê li Kunemasiyê şehîd bûbû, eşkere kir.

Di daxuyaniya PJAK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

"Weke tê zanîn di nîva meha Hezîranê de êrîşek berfireh bi ser tevgera Apoyî hat destpêkirin. Ev êrîş ti sînorek coxrafî, siyasî û exlaqî nas nake û bi giştî nasnameya Kurdê azad dike hedef.

Konseptek berfireh li dijî tevgera Apoyî tê meşandin. Naveroka komployê jî heman siyaseta kevin ya dagirkirinê ye. Ev konsept hem di aliyê siyasî, ferhengî û civakî de dewam dike. Tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd ku li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanê dike, dibe hedef. Dijmin bi hemû teknolojiya xwe û hevkariya xwe bi welatên bazirgan re, êrîş dike.

Gerîlayên serdema sedsala 21’an, nîşana serkeftin û tinekirina dagirkeran e. Lê destê xiyanet, xwefiroş û nemerdane alîkariya dijminan dike. Dijî vê konseptê, pêwîstiya helwestek lezgîn û bi bandor ya hemû gelê me heye. Bi taybet jî li hemberî xeta xiyanet, xwefiroşî û dagirkeriyê. Bi rakirina xiyanetê re, li Kurdistanê serekftin mîsoge re.

Me di daxuyaniya xwe ya berê de diyarkiribû ku hevalek me di êrîşa dewleta Tirk ya li Kunemasiyê de, şehîd bûye û 3 hevalên me yên din jî birîndar bûne. Her wiha di encama êrîşê de hinek welatiyên me yên Başûrê Kurdistanê jî birîndar bûn.

Ev êrîşa ku ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirk ve pêkhat, encama xeta xiyanetê û bi hevkariya kesên xwefiroş pêk hatiye. Ji bo vê jî em li hemberî vê êrîşa ne mirovane, destpêkê bang li hemû partiyên Başûrê Kurdistanê dikin, ji bo ji navbirina nexweşiya xiyanet û kirêgiran, hemû hewldanên xwe bixin pêş, bêdeng û bê helwest nemînin. Her cûrê bêdengiyan xizmeta xiyanet û dagirkeriyê dike.

Di êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker ya li Kunemasiyê de, hevalê me yê bi navê Arîwan Şoreşger yê xelkê bajarê Bokan şehîd bûye. Em sersaxiyê ji malbat, hemû heval, dost, xelkê bajarê Bokan û hemû gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe ya ser rêbaza heval Arîwan û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê de dûbare dikin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye

Nav û paşnav: Rêbwar Qulîzade

Nasnav: Arîwan Şoreşger

Cihê jidayîkbûnê: Bajarê Bokan

Cih û dîroka şehadetê: 25.06.2020, Başûrê Kurdistanê”

Heval Arîwan lawek xwîngerm, xwedî hestên bilind û welatparêz bû. Dagirkeriya Komara îslamî, rewşa aloz ya civakê têgihişt. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo ku xebata rêya şehîdên pêşeng yên weke Akîf Mako Zagros, Dilêr Bokan, Dilgeş û Aras dewam bike, berê xwe da çiyayên azad.

Biryardariya heval Arîwan ya di xebatê de bû sedem ku demek zû de bi pêş bikeve. Em bang li hemû kesan dikîn xwedî li xeta berxwedan û destkeftiyên gelê me derkevin. Em bang li welatparêzên bajarê Bokan dikin, rêya Arîwanan bi rakirina çeka şehîdan dewam bikin. Xwedîderketina li şehîdan û têkoşîna li dijî xiyanetê erka me hemûyan e."