PJAK’ê ji bo Newrozê peyamek weşand

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cejna Newrozê li hemû gelan û bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir û û got “Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê bûye mezintirîn têkoşîna tevgera civakî.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand.

Di peyama PJAK’ê de wiha tê gotin: “Em Newroza berxwedan, azadî û demokrasiyê li hemû gelan û bi taybet li gelên li Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Newroz vejîn e, avabûn û ronahiya tevgera azadîxwaz a gelê me ya dirêjiya salên borî de bû. Îro ev tevgera pîroz, dirûşmeya azadî, demokrasî ji bo gelê Kurd gihandiye asta lûtkeyê û raya giştî ya cîhanê.

Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê saleke din a liberxwedanê li pey xwe hişt û wê di Newrozê de careke din daxwazên mafê xwe dubare bike û dengê xwe bilind bike.

Newroza gelê me li gel hemû sembolên pîroziyê de li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye mezintirîn têkoşa civakî. Hemû pêkhate û beşên gelê me bi pêşengiya vê Newrozê, Newroz xistine xizmeta bidestxistina mafên xwe yên xwazayî û gihîştine azadî û demokrasiyê.

Ji ber rewşa taybet a cografî ya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ev zilm û zordarî tê meşandin. Newroz bûye sembola azadî, çirûskên vejîna têkoşîna gel a li hemberî tevkujiyên hovane. Lewma wate Newrozê ji bo gelê Kurd, ji cejnekî sade û asayî zêdetir, rasterast peywendî bi hebûn û azadiya civakê ve heye.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawiya daxuyaniya xwe de dubare Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku di wê baweriyê de ye ku wê gel sala bê, bi tevlîbûna xwe ya li qadan azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin û bigihêjin serkeftinê."