PJAK'ê ji bo çareseriyê danezanek weşand

PJAK'ê got, "Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyarên xwe bi danezaneke nû bi raya giştî re parve kir.

Danezana PJAK’ê wiha ye:

“Piştî derbasbûna mehekê ya li ser şoreşa nû ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dîsa ziyanên madî û meneweyî destketiyên gelek bi nirx û girîng bi dest ketin. Li ber çavgirtina nîqaş û karûbarên şoreşê bingehê şoreş û siberoja wê pêk tîne. Li vir a girîng ew e ku metirsiyên li ber şoreşê bê famkirin, dîsa ‘piştî şoreşê çi bibe’ siberoja gel û gelên Îranê, pêwîstî bi zelaliyekê zêdetir ji hemû aliyan ve heye. Divê hêz, civak û partî bi ramaneke eşkere û vekirî nêrîn û bernameyên xwe yên ji bo şoreş baş birêve biçe, xwe dûr bigirin ji astengî û rêgiriyê li şoreşa azadî û demokrasiyê dike, destnîşan bikin. Rêgirtina li her astengî li dijî şoreşê, nexeşeyek rast û dirûst ji bo pêşxistina şoreşê, nêrîneke baş û xurt a şoreşê ya ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke rast a siberojê ya li pişt qonaxa raperîna gel erk û berpirsyariya her tevger û hêzekê ye. Ji bo wê ye ku divê hemû civak, her partî û hêzek bi awayeke vekirî û eşkere raman û bernameyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo wê jî xelk li gorî vê yekê li pey bangewaziyên hêzan biçe bi wî rengî xwedî helwest û bi tevger be.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) her li destpêka şoreşa nû ya gelê Îranê ku bi pêşengtiya jinan destpê kir, helwesta xwe eşkere li ser şoreş, bingeh û tiştên pêwîst nîşan da. Niha piştî nîqaşên li ser şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê gihiştine asteke ber bi çav, astengiyên li pêşiya şoreşê eşkere dibin. Ji bo wê me pêwîst dît ku careke din nêrîn, pêşniyar û helwestên xwe yên vê derbarê, di çarçoveyeke ‘yekgirtî’ eşkere bikin. Ji ber ku pêşkêşkirina hindek bûyeran hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Îranê weke pêwîstiyekê û xwedîderketina li şoreşê dibînin. Ji ber vê di vê çarçoveyê de bi şêwazeke nêrîn û helwestên xwe hem bo gelê Kurd û gelên Îranê ji bo serketina şoreşê wek bernameyek rêz bikin. 

- Pêwîst e xwedî li naveroka şoreşa jinê ya bi pêşengtiya jinê destpê kirî derkeve. Rê li her cûre helwest û reftarê mêrserwerî ya li dijî jinê û zayendperestiyê bê girtin. Hewl bê dayîn ramanê azadiya jinê bê parastin, hemû ferdên civakê yek bi yek bê perwerdekirin ji bo kesayetek azadîxwaz û niştimanperwerî.

- Xwedûrgirtin li netewperestî û etnîkgerî. Derbaskirina olperestî û mezhebî, bê ferq û cudahiya ol, mezheb û netewî têkoşîn bê kirin. Xwe dûrxistin ji hemû gotin û kiryarên hêzên siyasî serdest.

- Pêwîste têkoşîn ne ‘navendî’ be, li ser esasê xwerêveberiyên herêmî û navçeyî be.

- Kûrbûn li ser xwerêveberiyên her herêmekê, azadiya jiyan û karûbarên perwerdehiyê li gorî çand û kevneşopiya her herêm û navçeyê ya ji bo her gel û neteweyekê vekirî û eşkere li ser esasê demokrasî û çandê be.

- Hewldan û têkoşîn li dijî kiryar û reftarên neyînî yên rêveberiya Îranê ya li dijî jiyanê û dîsa parastina ekolojî û jîngehê.

- Ji bo bidestxistina mafê yeksan ê hemû netewe û pêkhate, rêgaz, ol mezheb têkoşîn bê kirin. Ev yek jî li ser esasê welatiyê azad û li gorî hiqûqê be. Perwerde, gotin û kiryarên kesî li proseya têkoşînê bi rêya perwerdeya demokrasî li ser esasê exlaqê hevpar, bihevrebûn ji bo gihiştina netewa demokratîk. 

- Azadiya hemû dîn, mezheb û baweriyan. Bawerî bi hemû ew hebûn û rengdanên ew azadiya di warê perwerdeya li ser hemû astekê ji bo perwerdeya fer û qebûlkirina hev, dîsa lihevborîna hemû bawerî û olan.

- Pêwîste hêzên şoreşger ne tenê bi gotin bi kiyar û reftar bide nîşandan ku parastina maf, bê cudahî rêz nîşandana ol, netewe û dîsa rêgez dike. Hewl bê dayîn ku ‘bê cêwazî yekîtî hebe’ ji bo derbaskirinan ew kiryar û reftarên berê dihatin nîşandan û hê jî didome. 

- Pêwîste li ser esasê yekîtî û yekgirtîbûnê bê cêwazî di navbera hêzên şoreşger û damezirandina platformên gel de yekgirtîbûn û hemahengî hebe li ser esasê hemû tevger, alî, sazî û dezgeh, hêzên şoreşger, azadîxwaz, têkoşer ên li dijî rêveberiya teokratîk a olperest a rêveberiyê kar bikin. Hemû hewldan ji bo sîstema xwerêveberiyê yê be.

- Pêwîste ji bo pêşxistin û xurtkirinê navek ji bo raperîna cemawerî ku bi şêwazê komîte yan jî meclîsa birêveber ji bo birêvebirina raperîn û şoreşê. 

Têkildarî karûbarên têkoşîna gelê Kurd jî;

- Têkoşîn bi armanca ku azadî ji bo hemû nasname, çand, kevneşopî, ziman, rêgez, ol û ew hemû baweriyên li Kurdistanê heye.

- Pêwîste bê şert û merc rola yekalîkirin û pêşengtîkirina jinan di nava şoreşa gelê Kurd de.

- Rola pêşengtiyê ya gelê Kurd di nava şoreşa nû ya gelên Îranê de, yekîtiya hemû tevger û aliyên Kurdî, qebûlkirina sembolan bi mebesta yekîtiya hemû tevger, alî, partî û hêzên Kurdî di çarçoveya tevlîbûna bihêz û yekîtî ya di nava şoreşa nû de.

- Bicihanîna demokrasiya raste rast û redîkal, bicihanîna sîstema xwerêveberiyê ya li nava hemû sazî û dezgehên civakê, gelê Kurdistan û redkirina her cûre serweriya ziman, ol û mezhebî. 

PJAK li çarçoveya van xalên li jor rêz kirî, radigihîne li dijî her cûre ‘alperestî, sembol perestî ye’ tenê û tenê ji bo yekdengî û yekbûna hêzên Kurdî, li ser vî esasî ala Komara Kurdistanê, heta kongreya netewî yan platformeke hevpar a gelê Kurd sembol an jî semboleke din diyar kirî, weke al û sembola yekîtî û yekrêziya ya hemû hêzên Kurdî qebûl dike

Ji ber hestyariya qonaxa şoreşa nû ya gelên Îranê pêwîstî bi eşkerebûn û zelaliya nêrîn hey ji bo pêşbirina guftogoyên azadî û demokrasiyê, pêwîste ew ramanên ku baweriya me pê heye, li çarçoveya pradîgmayekê de ji bo bi cihanîna vê pradîgmayê em nîşan didin ku em ê têkoşîn bikin. Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.”