PJAK: Biryara DYE ya li ser pêşengên Kurd xizmeta faşîzimê dike

PJAK’ê biryara Wezareta Karê Derve ya DYE ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir ku biryarê li ber çavan re derbas bike, anî ziman ku divê Emerîka rêz ji mafê têkoşîn û azadiyê re bigirin, nebe xizmetkarê faşîzmê.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî biryara Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di demekê de ku gelê Kurd li cîhanê bûye pêşengê azadî û demokrasiyê, Wezareta Karê Derve ya DYE’yê li hemberî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi awayekî tundtir, biryar û helwest dijmirovane ya berê dubare kir.

Helwesta DYE’yê heman helwesta dewleta Tirk a dagirker a ne tenê dijminahiya gelê Kurd belkû dijminahiya gelên herêm jî dike ye. Belku li gorî mikurhatina rayedarên Emerîka bi xwe, li dijî Ermeniyan kumkujiya herî mezin û tevkujî pêk hatiye.

DYE li aliyekê di nava hewldanan de ye ku komkujiya Ermeniyan bi fermî binase, li aliyê din li dijî gelê Kurd û pêşengên wê biryarên wiha dermirovî û nedadperwerane didin. Ti pere û tiştek cihê rûmet û nirxên mirov ên pîroz û azadîxwaz nagire. Ev biryara DYE bi temamî berovajî bangên Emerîka yên ji bo azadî û aştî yên li cîhanê dide ye. Ev biryar tenê ne li dijî çend ferd û têkoşerên gelê Kurd ên li parçeyek Kurdistanê ne, li heman demê de palpiştkirin û destekdayîna ew welatên ku li dijî gelê Kurd û azadîxwazan e.

Li hember biryareke wiha di vê di serî de hemû kes, sazî û rêxistinên Kurdî bi vekirî li dijî vê biryarê bibin xwedî helwest. Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), biryarê şermezar dikin û daxwaza ji gelê Emerîka dikin ku xwedî li doza rewa ya gelê Kurd û pêşengên wê derkevin. Her wiha daxwaz ji Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî dikin ku biryara xwe li ber çavan re derbas bike, rêz ji mafê têkoşîn û azadîxwazan re bigire. Divê welatê Emerîka nekeve bin xizmeta faşîzmê û kevneperestiya li herêmê.”