Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Piştî banga seferberiyê tevlî nava refên PKK'ê bû

Aso Kelarî, ku li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê bû, qala jiyana xwe û têkoşîna PKK'ê kir.

Aso Kelarî gerîlayekî PKK'ê yê 22 salî ye, ku li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Gerîla Aso Kelarî, ku piştî Kerkûkê derbasî Şengalê bû, qala sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên PKK'ê kir.

'EM BÛBÛN XERÎBÊ XWE'

Aso Kelarî di destpêka axaftina xwe de, nêrînên xwe yên li ser civak û sîstema ku ew di bîst saliya xwe de jê qut bû, vedibêje: "Civaka ez li navê bûm, li ser bingeha berjewendiyan bi hev re têkilî datanî. Hema bêjin manewiyat bi temamî ji destê civakê hatibû girtin. Li nava civakeke bi vî rengî, mirov nikare bi başî bijî. Ji ber ku sîstem bi hemû hêza xwe, bi lîstikên qirêj êrîşî te dike. Bi taybetî, li dijî ciwanan, ku hêza dînamîk a civakê ye, bi lîstikên zirav şerekî taybet tê meşandin. Tê xwestin, kesayetekî bûye xerîbê xwe, bê afirandin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî para xwe ji van polîtîkayên qirêj girtine. Em ewqasî ji çanda xwe dûr ketibûn, ku kêm ma bû em xwe, nasname xwe ji bîr bikin. Bi kurtasî, jiyana heyî ne li gorî min bû. Ez jî di nava lêgerînekê de bûm."

'LI SER BANGA SEFERBERIYÊ YA RÊBER APO TEVLÎ BÛM'

Aso Kelarî da zanîn, li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew di sala 2014'an de li Kerkûkê tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê bûye û qala çavdêriyên xwe yên li wê derê kir: "Ez hatim cem hevalan. Min bi têrkerî PKK nas nedikir. Di nava 2 salan de ku li Kerkûkê mam, min heval ji nêz ve şopand. Kêm jî be min dest bi naskirina felsefeya Rêber Apo û PKK'ê kir. Min bi çavê xwe dît bê heval çi qîmetê dide hev û gel. Min ev nêzîkatî beriya niha li ti cihî nedîtibû. Ji ber ku min pêşmerge jî dîtibû, lê belê ew ne weke şervanan dilnizm û fedakar bûn. Vê yekê roj bi roj ez nêzî çiyê kir."

'BI PKK'Ê MIN XWE Û DÎROKA XWE NAS KIR'

Gerîla Aso Kelarî da xuyakirin, ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, ew tevlî hevalên xwe ji bo desteka gel çûn Şengalê û li Şengalê tevlî gelek pêngavan bû. Kelarî li ser şerê li Şengalê û tevlîbûna xwe li nava PKK'ê wiha axivî: "Di nava vî şerî de min hevrêtiya mezin a milîtanên PKK'ê nas kir. Li çeperan xwe ji bo hev dikirin mertal. Ew ruhê fedayî yê bi wan re, gelekî bandor li min kir. Ji ber ku hevrêtiya li wê derê ji xwişk û biratiyê jî mezintir bû. Lewma li çiyayê Şengalê yê pîroz, ez tevlî nava refên PKK'ê bûm. Piştî ku tevlî bûm, bi rêya perwerdeyan min felsefeya Apoyî û paradîgmaya tevgerê baştir fêhm kir. Bi rêya PKK'ê min xwe û dîroka xwe nas kir. Kesayetiya xwe û civaka ez ji nav hatim, min baştir analîz kir. Min çanda Kurd û Kurdistan baştir fêhm kir."

'YEKANE CIHÊ KU MIROV LÊ BIBE YÊ XWE, ÇIYA YE'

Aso Kelarî destnîşan kir, ku ji bo jiyaneke bi rûmet divê ciwanên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bibin û got, "Pêwîste li ber jiyana sîstemê ya li ser wan tê ferzkirin rabin û têbikoşin. Ji ber ku yekane cihê ku mirov lê bibe yê xwe, çiya ye. Tiştekî ku sîstem bide ciwanan nîne. Lewma, di nava sîstemeke ku tê de dihele, divê zêde nemînin. Banga min li ciwanan e; werin em bi hev re vê têkoşînê bi ser bixînin."