Piştî Alîpaşayê dora dagirkirinê hatiye Lalebeyê!

Li taxa Alîpaşa ya Sûrê ya Amedê, hilweşandina xaniyan li ber qedandinê ye. Mekîneyên kar niha jî dest bi xerakirina avahiyên bilind ên li qiraxa taxa Lalebeyê kirin. Şêniyên taxê gotin, "Qet nebe em Lalebeyê rizgar bikin."

Li Alîpaşa ya Amedê ku ji hêla TOKÎ’yê ve bi zorê hatiye cemawerîkirin û dagirkirin û ji 25’ê Gulanê ve xebatên hilweşandinê têne kirin, didome. Heta niha tê texmînkirin ku li taxê 50 xanî li ser piyan mane. Şêniyên taxa Alîpaşayê dibêjin xebatên qonaxa pêşî ya hilweşandinê li ber xilasbûnê ne, di qonaxa duyê jî dêr û qesrên dîrokî hene û piştre jî wê dor were ser Lalebeyê.

Li Alîpaşayê xaniyên ku berê hatibûn valakirin, hê jî têne hilweşandin, ên ku bibiryar in ku malên xwe neterikînin hê jî disekinin. Şêniyek ji taxa Alîpaşa Remzî Gul dibêje her çi jî be ew taxa ku lê çêbûye û mezin bûye bernade û got, "hin xwediyên xaniyan dibêjin, 'bila ev qas pere bidin me em derkevin'. Her tişt ne pere ye. Ez li vir bi çanda cîrantiyê mezin bûm. Ez bi çanda cîrantiyê, hevgirtinê mezin bûm. Ji bo min hêla manewî ji ya madî gelekî girîngtir e. Li vir 90 ji 100’î yên xaniyan hatin xirakirin. Kêm mal man. Ez pere mereyan naxwazim. Ez dixwazim bi malbat û zarokên xwe re li taxa ku çêbûme bimirim."

‘JI NÎVÎ ZÊDETIRÊ SÛRÊ HATE HILWEŞANDIN’

Şêniyên taxê li ser kampanyaya ‘Ji hilweşandina Sûrê re na’ axivîn û gotin biryareke rast e lê derengmayî ye. Şêniyekî taxê Cemal Ergîn got: "Hunermend û navdaran ji bo ku Sûr hilneweşe platformek çêkirine. Xebateke baş e. Ez malavayiyê li wan dikim. Lê ji nîvî zêdetir ê Sûrê hate hilweşandin xwezî beriya ku Alîpaşa were xirakirin xebateke wiha bikirana. Ji bo vê nêhta wan a baş mala wan ava."

DORA HILWEŞANDINÊ TÊ LALEBEYÊ

Xebatên hilweşandina taxa Alîpaşa ku malên wê hatine valakirin her roj bi du mekîneyên kar û bi 4 qemyonan didome. Ji bo 50 malên ku mane û hatine valakirin jî, ji ber sedema serlêdana li Dadgeha Îdarî ya Herêmê xirakirin vê gavê sekiniye. Gel bi tena serê xwe hatiye hiştin, di nav kavil û xirabeyan de dijîn.

Li hêlekê ku li Alîpaşayê hilweşandin didome, vê carê jî dest bi hilweşandina xaniyên pir qadî yên taxa Lalebey a li ser Kolana Turîstîkê kirin. Bi mekîneyên kar ên ku bi vîncan ew li qatên jor danîne, vê carê jî xebatên hilweşandinê li hêla jêr a herêmê didomînin.

‘QET NEBE EM LALEBEYÊ RIZGAR BIKIN’

Şêniyên taxê ditirsin ku li taxa Lalebeyê jî hilweşandin dest pê bike, ku li vê taxê Dêra Dayika Meryem, Dêra Protestan û Qonaxa Cemîl Paşa heye.

M. Nezîr Aslan ê ku li kuçeya 17’an a Lalebeyê rûdine dibêje: "Şêniyên taxê bi fikar in. Dibêjin, ‘Alîpaşa xira kirin wê dor bigihije me.’ Aslan dibêje heta niha ji bo ku mala vala bikin di teblîgat ji wan re nehatine, lê Lalebey jî ketiye ber cemawerîkirinê û wiha dibêje: ‘’Me Alîpaşa xilas nekir, qet nebe em Lalebeyê xilas bikin. Digotin, ‘xaniyên kavil, ên ji hev de ketî wê werin xirakirin’. Derew kirin. Û Alîpaşa bi temamî xira kirin. Dor wê were me jî. Ji bo vê jî di vê babetê her çi hewce be divê were kirin û divê ev taxa me ku bi dîroka me tê navandin were xilaskirin."