Pirtûkxaneya herî gerok: Pirtûkxaneya gerîlayan

Yek ji van pirtûkxaneyan jî pirtûkxaneya gerîlayan e. Li bin darekê li ser refikan pirtûk hatine rêzkirin. Gelekî eşkere ye ku ev pirtûkxane bi derfetên kêm hatiye avakirin lê li ser gelek mijaran pirtûk hene.

Pirtûkxaneya yekemîn berê me dibe ser destpêkirina dîroka nivîskî û nivîsên mîxî yên li perestgehên Sumeriyan. Belgeyên papîrus ên ku li Misirê hatibûn dîtin, pirtûkxaneyên li Nînowa û Mûsûlê yên bi hezaran salan berê a ku fermandarê Asûran, Asûrbanîpal ava kiriye. Ji keviran heta bi eyarên xezalan, ji papîrusan heta kaxizan avakirina pirtûkxaneyê karekî zehmet e. Lê îro bi hard dîskekê mirov dikare gelek pirtûkan bi xwe re bigerîne.

PIRTÛKXANEYA GERÎLAYAN

Pirtûkxaneyên neteweyî, cara pêşîn li Îngîltereyê hatine avakirin. Ji xeynî pirtûkxaneyên neteweyî li pirtûkxaneyên dibistan, taybet, zarok û gerok ava bûne.

Yek ji van pirtûkxaneyan jî pirtûkxaneya gerîlayan e. Li bin darekê li ser refikan pirtûk hatine rêzkirin. Gelekî eşkere ye ku ev pirtûkxane bi derfetên kêm hatiye avakirin lê li ser gelek mijaran pirtûk hene. Gerîlaya ciwan a ku berpirsa pirtûkxaneyê ye, ji bo bicihanîna pêdiviyên pirtûkan ên rêhevalên xwe dixebite û kîjan pirtûk daye kîjan rêhevalên xwe li cem xwe dinivîse. Berpirsa pirtûkxaneyê diyar dike ku ew lîsteya pirtûkên di deste xwe de çêdikin û her gerîlayek mehane herî kêm du pirtûkan dixwîne.