Pirtûka Demîrtaş hate qedexekirin!

Pirtûka çîrokan a Demîrtaş a bi navê "Seher", bi hinceta ku "Pirtûka dersê nîne û dibe ku rê li ber dan û standina agahiyên bi şîfre û bê kontrol veke" destûr nehat dayin ku bikeve nava Girtîgeha Amedê.

Pirtûka çîrokan a bi navê "Seher" ji aliyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve li girtîgehê hate nivîsandin, 16'ê Îlonê ji aliyê Weşanên Dîpnot ve hate çapkirin û di demeke kin de gelekî bal kişand. Pirtûk bi hinceta ku "Pirtûka dersê nîne û dibe ku rê li ber dan û standina agahiyên bi şîfre û bê kontrol veke" ji girtiyekî re nehat dayin.

Hevşaredarê Xîzanê yê DBP'yî Îhsan Ûgûr ê 2'ê Cotmehê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Elezîzê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa D a Amedê hate kirin, bi xwe re 10 pirtûk anî, ku di nav de pirtûka "Seher" jî hebû. Rêveberiya Girtîgehê dest danî ser 10 pirtûkan ji bo lêkolîn bike. Desteya Çavdêriyê û Îdareya Girtîgehê, ku bi serokatiya Midûrê Girtîgehê li hev civiya, biryareke sosret da. Desteya navborî, tevî ku biryara komkirinê nîne jî biryar da ku her 10 pirtûkan nede girtî û hikumxwaran.

Pirtûkên bi navê "Seher", "Dema ku li Frankfûrtê ajokar bûm", "Careke ji caran", "Şaristanî û bajar", "Vejîn", "Gulen Şoran", "Dîtin", Şahidê dîrokê Aras", "Dîroka Xwedê" û "Heval Marcello" bi hinceta ku "Pirtûka dersê nîne û dibe ku rê li ber dan û standina agahiyên bi şîfre û bê kontrol veke" radestî girtî nehatin kirin.