Pîrozbahiya li Qendîlê bi gerandina govenda Newrozê bi dawî bû

Newroza Qendîlê ku bi tevlîbûna Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Şaredariya Qendîlê ve hatibû organîzekirin, bi tevlîbûn deh hezaran bi şahiyeke xurt û gerandina govendê dawî bû.

Di dewama bernameyê de peyam hatin dayîn û hunermend derketin ser dikê û bi stranan coşa gel zêde kir.

Komîteya Ji bo Ocalan Azadî peyamek da û got: “Cejna Newrozê ya jinan û berxwedanê di serî de li Rêber Apo, gelê welatparêz û şoreşgerên azadiyê pîroz bin. Gelê Kurd bûye gelê Newrozê. Bi ruhê dizî zalikariy têkoşîn dike. Ji bo ev gele bijî û li ser lingê xwe bisekine, Rêber Apo têkoşîneke azadiyê da û gelê me ji qirkirinê rizgar kir.”

Şinyar Mihemed jî peyam Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz xwend û got: “Bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê kirin. Li ser vî bingehî bang li hemû ciwanan dikin ku têkoşînê bike”

Pîrozbahî bi gerandina govend û dirûşman bi dawî bû.