Pira Tîzîzê ji bo dewleta Tirk bûye pirsgirêka mayîndebûnê

Pira Tîzîzê ji bo girtina Hevşaredare Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya weke hincet hate nîşandan. 50 endamên meclîsa şaredariyê yên ku jinûve çêkirina Pira Tîzîzê qebûl kirin, îfade dan.

Pira Tîzîzê li Geliyê Korukluyê ku bi 10 kîlometreyan dûrî navçeya Şax a Wanê ye, ji bo welatî bi kar bînin sala 1992'an ji aliyê şaredairyê ve hate çêkirin. Di dema şaredariya DBP'î de jî jinûve hate restorekirin. Lê belê piştî ku şaredarî sala 2016'an bi destê qeyûm hate desteserkirin, Pira Tîzîzê jî bû hedef. Qeyûmê talanker ê li Payîzavayê, ev pir bi temamî hilweşand.

Dadgehên Tirk jinûve çêkirina pirê weke 'fermana rêxistinê' dibînin. Fermandariya Jendermeyan a Herêmê ji rûniştina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya re nivîsek şand û ev îdîa kir: "Ji aliyê me ve hatiye tespîtkirin, ji bo endamên rêxistinê di dema çalakiyan de bi kar bînin, pir hatiye çêkirin."

50 ENDAMÊN MECLÎSA ŞAREDARIYÊ KETIN BER LÊPIRSÎNÊ

Li gel darizandina Kaya, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" lêpirsîneke din dest pê kir. 50 endamên meclîsa şaredariya bajarê mezin a Wanê ku jinûve çêkirina pirê erê kirin, ketin ber lêpirsînê. Di çarçoveya lêpirsînê de ji emniyetê bang li encamên meclîsê hate kirin ji bo îfadeyê bidin. Û pirsên weke "We pir bi fermana rêxistinê çêkirin?" li wan hatin kirin.

Gundê Koruklu ku li herêma pir lê hatiye çêkirin e, salên 1990'î hate şewitandin û valakirin. Gundiyên ku ji ber valakirina gund zivistanê li gund nediman, mehên havînê ji bo zevî û heywanên xwe diçûn gund. Lewma ev pir ji bo gundiyan gelekî girîng bû.

KARAKOYÛN: ME PIR BI DAXWAZA WELATIYAN ÇÊKIR

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Handan Karakoyûn li ser dozê axivî û got, "Pir berê ji aliyê îdareya taybet ve hatibû çêkirin. Ji ber ku bêkêr bûbû, me jî biryar da ku ji bo gelê xwe yê li herêmê vê pirê ji nû ve çêbikin. Li ser daxwaza welatiyên me yên li wê derê ev mijar kete rojeva me.

Di çarçoveya daxwaza welatiyan de me ev kar kir. Pir ji xwe di salên 90'î de hatiye çêkirin û me tenê jinûve sererast kir. Qeyûm hewl didin bi rêya van mijaran xwe meşrû bikin. Em ê navberê nedin karê xwe. Pêwîstiya gelê me bi çi hebe, em ê wê bikin."