Peyamên ji qada berxwedanê

Gerîlayên ku li Zapê li dijî êrişên dagirkeriyê şer dikin, bi rêya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li eniya paş re diaxivin û bi kêfxweşî dibêjin ku dîmenên helîkoptera Skorsky a hatiye xistin di destê wan de ye.

Yek ji kêliyên herî bedew ên gerîla sobbeta li ber çayê, yan jî kombûna li dora cîhaza ragihandinê ye.

Em li kombûneke bi vî rengî rast tên. Dagirker hewl didin dest li ragihandinê werbide û qut bike. Dagirker nikarin xwe lê rabigirin ku windahiyên wan, têkçûna wan, li aliyê din jî moral, coşa gerîla bê ragihandin. Lewma jî parazîtan dişîne cîhaza ragihandinê re.

Em guh bidin diyaloga gerîla ya li cîhaza ragihandin. Her tişt li pêş çavan e; yên winda kirin û yên bi ser dikevin li holê ne.

- Heval hûn çawa ne?

- Rewşa her kesî gelekî baş e, silavên her kesî heye.

- Ma Tirk poşman nebûn, ji ber hatin Zapê?

- Gelekî poşman bûne! Lê nikarin vekişin.

- Mîna ku dikin nakin nikarin vekişin?

- Heval nahêlin ku vekişin. Her kesî soz dane, wê kes nikaribe vekişe.

- Diyar e poşman bûne, lê bi kêr nayê.

- Bi rastî jî poşman bûne, cenazeyên wan li naverastê mane.

- Rewşa hevalan çawa ye?

- Rewşa hevalan gelekî baş e, ji xwe hûn dişopînin, her roj çalakiyan dikin.

- Moralê wan di cih de ye?

- Rast e. Moral, bawerî û kêfxweşiya wan a çalakiyan hemû di cih de ne. Hevalên ku we nas dikin gelekî silavan dikin.

- Silavên me jî li wan bikin, berxwedana wan ji bo me çavkaniya herî mezin a hêzê ye.

- Hevalên li Şehîd Şahîn, hevalên li Kurojahro, hevalên li Şikefta Birîndara hemû gelekî silavan dikin.