Peyamên Guven û Mizrakli ji bo Newroza Amedê- HAT NÛKIRIN

Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a ku dîl tê girtin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji Newroza Amedê re peyam şandin.

Amed, îro dîsa malavaniya Newrozeke dîrokî dike. Di pîrozbahiya Newrozê de nameya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin hat xwendin. Guven di serî de gel silav kir û wiha got: “Ji dil û can bawer dikim ku gelê kurd di Cejna Newroza 2022’yan de wê li her çar aliyên dinyayê dakeve qadan û Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz bike. Gelê me baş pê dizane bê ka heta xwe gihandî vê rojê çiqas bedelên giran dane. Wê ji vir û şûnde jî bi heman hişmandiyê li ber xwe bide û bi şêwazê xwe yê rêxistinî meşa xwe bidomîne.”

Di berdewamê de Guven destnîşan kir ku niha Şerê 3’yemîn ê Cîhanê diqewime û wiha domand: “Em di serdemeke wisa de ne ku hemû pergal neçarin xwe biguherînin. Bêhiqûqî, bêedaletî û newekhevî her ku diçe li seranserî cîhanê zêde dibe û tu civak naxwazin bêstatû bijîn. Sedsaleke nû teşe digire. Baronên şer ên emperyal niha jî li ser Ûkraynayê ketine pêşbirkê. Yên ku herî zêde dikarin xelkê Ûkraynayê baş fêm bikin, gelên kurd û filistînî ne. Lewma jî mîna duh, îro jî xort û ciwanên çavrêş ên gelê kurd li her devera cîhanê cihê xwe li cem gelên li rastî neheqiyê hatine digirin û êşa wan parve dikin.”

Bi domdarî Guven bal kişand ser dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û wiha dawî li nameya xwe anî: “Li dijî şer, zext û bêedaletiyê hûn li derve û em jî li zindanan dibêjin; ‘Dem dema serkeftinê ye.’ Em dibînin ku gelek di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tê tecrîdkirin û ev tecrîd niha li hemû girtîgehan berbelav bûye. Di têkoşîna xwe ya rewa de pêdiviya me bi însafa kesekî nîne. Weke jinên kurd em dibêjin ku wê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û bi vî awayî dest bi sedsala nû bikin.

Soza me ya ji bo gelê me yê kedkare: Li ser bingeha têkoşîna destanî ya gelê me em ê li her qadê li ber xwe bidin. Bi saya demokrasiya radîkal, em ê cîhaneke sosyalîst, Rojhilata Navîn a demokratîk û civakeke azad ava bikin. Em ê vê yekê bi hêza xwe ya cewherî, bi pêşengtiya jinên ku di her qadên jiyanê de bi keskesorê li ber xwe didin, bi pêşengiya jinên di navbera 8’ê Adarê û Cejna Newrozê de bedena xwe kirin pirên ji agir û bi pêşengtiya dayikên me yên cefakar pêk bînin. Şert û merc çi dibin bila bibin; derman û çareseriya me, berxwedana me ya destanî û hêza me ya cewherî ye. Ez Cejna Newrozê ya gelê me ku di şexsê xelkê Amedê de li her çar aliyên cîhanê li ber xwe dide pîroz dikim. Bi hêviya ku em di govenda siberojên azad de mil bidin milên hev.”

PEYAMA MIZRAKLI

Peyamên Guven û Mizrakli ji bo Newroza Amedê

Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a ku dîl tê girtin û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji Newroza Amedê re peyam şandin.

AMED

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mîzrakli yê ku piştî wezîfeya wî hat desteserkirin dîl hatî girtin, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jî peyam şand Newroza Amedê.

Peyama Mizrakli wiha ye:

"Newroz navê berxwedana gelan e ku ji berê heta niha li vê xakê li dijî dagirkeran e. Navê roja ku kesên ji bo azadiyê têdikoşin agirê serhildanê vêxistine. Navê vejîna herêma ku hatiye talankirin Newroz navê vejîna herêmeke ku hatiye talankirin e.. Newroz gelê ku hatiye xwestin çokan pê bidin danin û rastî qetlîaman hatiye, li ber tililiyan bi govendê rabûye. Ev erd hatin dagirkirin. binketin jî dîtiye, di heman demê de bûye şahidê berxwedan, serhildan û vejînan. Rastiya gelê ku çokan nadeyne, berxwedêrên ku hewaya bêhêvîtiyê veguherandine biharê dît. Weke şopdarên van berxwedêran em dîsa bi milyonan li qadan in. Em bi agir hêviya xwe nû dikin.

Kurd jî ku yek ji gelên qedîm ê erdnîgariya ku bi sedsalan bê statu hatiye hiştin, bi polîtîkaya qetlîamê ya tifaqa AKP-MHP'ê re rû bi rû ne. Di qonaxeke wiha dijwar de ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Em dikarin bi ruhê Newrozê vê yekîtiyê bi dest bixin. Em dikarin vî ruhî bi coşa Newrozê tacîdar bikin. Em dikarin siyaseta rêya sêyemîn pêk bînin. Em dikarin welatekî di tariyê de ye, bi şêwazek polîtîkaya ku gelan diparêze rizgar bikin. Em îro li dijî hemû êrîş û girtinan li heman cihî û di heman helwestê de ne. Em ji bo welatekî demokratîk, pêşerojeke azad têdikoşin. Em dizanin ku bi vê baweriyê em ê bi ser bikevin. Dema ez we bi germahiya agirê Newrozê silav dikim, dibêjim teqez em ê bi ser bikevin. Niha dema serketinê ye.”