Lîderê Partiya Karker (Labour Party) ku li Îngilistanê partiya muxalefeta bingehîn e, Keir Starmer peyamek ji bo Newrozê weşand.
Starmer ji Meclîsa Gelê Kurd a Londonê re peyam şand û ji dil ve silavên xwe ji civaka Kurd a li Qraliyeta Yekbûyî û tevahiya cîhanê re şand.
Starmer anî ziman ku gelê Kurd ê li Qraliyeta Yekbûyî tevkariyeke gelekî hêja li jiyana li welatê wan kiriye û got, "Partiya Karker serbilind e ku xwedî yekemîn parlamentera Kurd a jin a li welêt e. Em li bendê ne ku Kurd di asteke hîn bilindtir de tevlî jiyana siyasî û sivîl a li Qraliyeta Yekbûyî bibin, bêhtir bêne temsîlkirin."
BILA AŞTIYÊ BÎNE KURDISTANÊ
Starmer diyar kir ku ji ber nasnameya xwe ya neteweyî cihêkarî, tundî û zext li gelê Kurd tê kirin û xwest, Newroz ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasî.
Starmer ragihand ku wê karên xwe yên ji bo civaka Kurd a li Qraliyeta Yekbûyî dewam bikin û got, "Li gel hevalbendên xwe yên herêmî, em ê partiya xwe ya bira ya li Tirkiyeyê bi HDP'ê re karê xwe dewam bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo hurmet ji nirxên me yên hevpar re bê nîşandan em ê zextê li Hikumeta Qraliyeta Yekbûyî bikin."
Peyama Starmer bi gotina "Newroz pîroz be!, Happy Newroz" bi dawî bû.