Peyama gerîlayên HPG'ê ji bo Newrozê

Gerîlayên HPG'ê Zinar Zagros û Wargeş Çavreş Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelan pîroz kirin û destnîşan kirin ku wê bi Newrozê re têkoşîna xwe xurtir bikin.

Gerîlayên HPG'ê Zinar Zagros û Wargeş Çavreş Newroz ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wesîleya Newrozê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîla Zinar Zagros Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelan pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal bêhtir bi wate û bi nirx e û got, "Ji ber ku têkoşîna 40 salan a PKK'ê her rojê bi wate dike. Newroza 2020'an li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li gelên Cizîr, Silopiya û Amedê pîroz dikim. Her wiha li li gelê Mexmûrê pîroz be ku bi mehan e ji aliyê PDK'ê ve tecrîdkirî ne. Li gelê berxwedêr ê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pîroz dikim, bi hêvî me ku gelê me bi Newroza 2020'an re li warê xwe vegerin."

Gerîla Wargeş Çavreş bal kişand ser wateya Newrozê ji bo Kurdan û got, "Em di meha Adarê de ne. Weke hatine biharê tê binavkirin, lê ji bo gelê Kurd li hemberî Dehaqan, dema serhildana Kawayê Hesinkar e."

Çavreş girîngiya yekîtiya Kurdan bi bîr xist û xwest Newroz bibe wesîleya pêkanîna kongreya neteweyî ji bo hemû hêzên Kurdistanê.

Çavreş şehîdên Newrozê bi bîr anî û got, "Em cejna gelê Kurd, bi taybetî ya afirînerê jiyana azad Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha em cejna gelê Rojhilata Navîn, gelê Rojava, gelê Ereb, gelê Ermen, gelê Suryan û gelê berxweder ango yê ku hemberî êrîşan û zilmê serê xwe radikin hemûya pîroz dikin. Her wiha em soz didin ku em bi pêşengtiya jinê dîsa ronahî bînin nav gelê Kurd û gelê Rojhelata Navîn. Bila herkes bizanibe tu car tariyê nikare beramberî ronahî serbikeve. Bangawaziya me ji bo ciwanan heye, bila ciwan hemû berê bidin çiyayên azad."