Peyama bingehîn a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku peyama bingehîn a pîrozbahiyê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be û banga tevlîbûnê kir.

NEWROZA AMEDÊ

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê têkildarî pîrozbahiya 21'ê Adarê ya li Amedê daxuyaniyek da ku wê bi dirûşmên 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' û 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' bê lidarxistin. Pîrozbahî wê bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinê ya Azad û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bê lidarxistin.

Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mehmet Şîrîn Gurbuz got, "Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye. Me Newroz navçe bi navçe pîroz kir. Di pîrozbahiyan de daxwaza bingehîn a gelan civaka demokratîk û azadiya Birêz Ocalan bû. Peyama me ya îsal a bingehîn wê azadiya Birêz Ocalan be. Gelê Kurd û dostên wan, wê di Newroza îsal de daxwaza aştî û azadiyê bilind bikin. Sed sal in gelê Kurd daxwaza jiyana hevpar bilind dike. Em ê di vê Newrozê de jiyana bi hev re bihûnin." Gurbuz got, "Em ê îsal bi rengê xwe, zimanê xwe, peyamên xwe bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Newroza îsal bila bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan."

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Ozer jî anî ziman ku wan amadekariyên Newrozê temam kirine û got, "Civaka demokratîk û daxwaza azadiyê îsal di Newrozê de li pêş e. Divê em ji bo jiyaneke wekhev û hevpar bixebitin. Em ê Newrozeke dîrokî pîroz bikin. Em bang li gelan hemûyan dikin ku li Amedê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin."

Gulşen Ozer li ser pirsa, 'Wê peyameke bi dîmen hebe yan na' got, 'Agahiya me nîne'. Gulşen Ozer ragihand ku di Newrozê de wê surprîz hebin.