Pêwîstiyên bingehîn û yên paqijiyê yên girtiyan tên astengkirin

OHD’yê serdana girtiyên li girtîgeha Wanê kirin, da diyarkirin ku pêwîstiyên sereke û paqijiyê girtiyan tê asteng kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Wanê, di serdana xwe ya li ser girtîgehên Wanê yên Tîpa T, Tîpa F û Tîpa L ya bi ewlekariya bilind a Patnosê ya ji ber tehdîda koronavîrûsê daxuyaniyek da.

LI HEMBER PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN Û PAQIJIYÊ ASTENG

Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da diyarkirin, rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyan dezenfektan, maske, lepik û amûrên paqijiyê nayên dayîn; elektirîk, bikaranîna avê û pêwîstiyên xwarinê bê pere nayê dayîn.

‘RÊBAZ Û TEDBÎR NAYÊ GIRTIN’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser vî tiştî ku heke di girtîgehê de rewşeke enfenkte derbikeve wê kijan rê bê karanîn nayê zaanîn û tu xebat ji bo wê nayên kirin. Her wiha di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Pêwîst e hemû karmendên saziya înfazê maskeyan bi kar bînin lê karmend, leşker û hemû xebatkarên li girtîgehê li ba hev in".