Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

'Pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi sîstema serokatiyê, bi demokrasiyê heye'

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker got, "Pêwîstiya welêt bi destûreke bingehîn a pir reng û demokratîk heye, ku her kesî di nava xwe de vedihewîne û pirsgirêka Kurd çareser dike."

Pêşniyar qanûna li ser guhertina destûra bingehîn a ji 18 xalan pêk tê, ku bi hevkariya AKP û MHP’ê hate pêşkêşkirin, bi 339 dengan hat qebûlkirin. Bi vê guhertina destûra bingehîn re erk ji Serokkomar re tê dayîn, ku dikare Rewşa Awarte ragihîne û Meclîsê betal bike. Serokkomar dikare hejmara wekîlan ji 550 bike 600 û Serokkomar bi ti awayî nayê darizandin. Hevseroka DBP’ê ya Wanê Sevînç Şeker li ber vê pêşniyar qanûnê rabû û diyar kir, ji bo dahatuya gelê Tirkiyeyê bi ronî be divê dengê 'Na' bi rengekî xurt ji referandûmê  derkeve.

'PÊWÎSTÎ BI DEMOKRASIYEKE RASTEQÎN HEYE'

Şeker da zanîn ku pêwîstiya Tirkiyeyê ne bi serokatiya şexsekî heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li Tirkiyeyê pêdivî bi qanûna bingehîn ya nû ya ku tevahî gelan di nava xwe de vedihewîne, heye. Pêdiviya Tirkiyê bi qanûna çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Hikûmeta AKP’ê , rejîma şexsî weke ku wê li Tirkiyê hemû pirsgirêkan çareser bike dide nîşandan.  Welatên bi serokatiyê têne rêveberin em dibînin û mînaka vê yekê jî welatên weke Gambiya, Venezuela û Pakîstan e ku her tim di nava aloziyê de ne. Her wiha çareserî ne rêveberiya şexsekî ye, berevajiyê vê pêwîstî bi Tirkiyeyek demokratîk û aştiyan e heye."

'DIVÊ GEL LI BER VÊ ŞAŞITIYA LI MECLÎSÊ HAT KIRIN, RABE'

Şeker da xuyakirin ku AKP û MHP bi hevkariya xwe dixwazin nîjadperestiya xwe ferz bikin û wiha pêde çû: "AKP û MHP dizanin nikarin hebûna xwe bidomînin weke ku sîstema serokatiyê sîstema bingehîn ya welat e nîşan dan. Bi taybet AKP û MHP ji bo xwe li ser lingan bigirin serî li rêbazek wiha dan. Ev hevkariya bi qirêj wê bêhtir welat ber bi tarîtiyê ve bibe. Ev qanûn di meclîs re derbas bûye xeteyek mezin e. Dibe ku meclîsê ev xeletî kirîbe. Lê belê divê gel li ber vê şaşityê rabe û di referandûmê de bi rengekî xurt dengê 'Na' bi kar bîne. Bi vî rengî wê pêşî li vê hevkariya qirêj bê girtin."

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Şeker diyar kir, sîstema serokatiyê di referandûmê de bê qebûlkirin jî wê têkoşîna xwe geş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd bi salan e ji bo azadiyê têdikoşe. Ji vê sîstema ku ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê, em ê bi 'Na' ya bi hêz li ber rabin. Ji derveyî bilindkirina têkoşînê ti rê tine ye."