Ji her beşên civakê piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk a li Bakurê Kurdistanê zêdetir dibe.
Di vê çarçoveyê de Pêşmergeyê Dêrîn Behzad Berwarî yê li Dihokê dimîne, bi peyamekê bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê kir û dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ev got:
‘TOLÊ JI ERDOGAN HILDIN’
“Bi navê gelê Qehreman Ez Behzad Berwarî min hêvî û ricayek ji gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê heye; di vê hilbijartinê de, xwîna şehîdên Kurdistanê û yên di girtîgehan de, bomberdûmana li ser Rojava û bomberdûmanên li ser Başûrê Kurdistanê tola xwe ji Erdogan hildin.
‘JI BO AZADIYA SEROK APO, GIRTIYAN DENGÊ XWE BIDIN XWE’
Qewmê miletê Kurd bi hezaran salin li ser vê xakê dijîn. Ew Kurdên ku deng bide Erdogan, wî/ê ne şeref û ne jî namûs heye. Ew ne Kurd e. Ji ber yên girtî, dayikên Şehîdan, ji bo şervanên serê çiyan, ji ber pêşmergeyên ku xwîna xwe rijandin; tola wan hildin. Erdogan bavêjin sergoya dîrokê.
Divê her Kurdê bi keramet dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ku ew bikarin Serok Apo, Demirtaş û bi hezaran, zindanê azad bikin. Hûn dizanin ew kedkarên derbider, gelê me yê derbeder di çi rewşê de ne, rojek nan heye du rojan nîne bixwin. Eger ku wijdan we hebin dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Her kesê dengê xwe nede HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û Kurd û Kurdistanê ew ne ew ne ji eniya Kurdistanê ye. Serketin ya me ye, serketin ya me ye.”