‘Pêşmerge û Başûr di hedefa dewleta Tirk de ye’

Yek ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn Awat Qehremanî û siyasetmedar Yasîn Elî diyar kirin ku dewleta Tirk pêşmergeyan dikin hedef.

Yek ji fermandarê Pêşmergeyê Dêrîn Awat Qehremanî û siyasetmedar Yasîn nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker dan û xwestin PDK nebe sedem ku di navbera Kurdan de şer pêk were.

Awat Qehremanî got “Ferz e ku tu baş lêkolînê bikî û piştre biryarê eşkere bike. Bêyî lêkolîn nabe ku tu têxî stûyê kesên din. Daxuyaniya PKK’ê di cih de ye, divê heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn bike.  Gelo me kiriye yan jî dewleta Tirk kiriye. PDK jî baş dizane ji hewayî ve li wê wesayîtê hatiye xistin. Ji ber parçebûna wesayîtê diyar e.”

Qehremanî diyar kir ku şerê ku pêk were wê gelekî xerab be û wê li dijî Kurdan be.  Qehremanî got “Di vê aloziya di navbera Kurdan de teqez tiliya Tirkiyeyê heye. Ji ber ku dema Kurd di navbera xwe de şer bikin, ew ê temaşe bike. Divê PDK nebe sedem ku di navbera Kurdan de şer pêk were. Ji ber ku gelê Kurd piştgiriyê nade şerekî wisa. Bi taybetî ji bo Kurdên li Başûrê Kurdistanê şer gelekî xetere ye. Ji bo ku di navbera Kurdan de şer çênebe, divê hemû partiyên Kurdan, ronakbîr û welatparêz li dijî vî tiştî bin.”

‘HEQÊ PKKÊ YE KU LI BAŞÛR BIXEBITE’

“Em çiqasî Kurd bin, PKK jî bi qasî me Kurd e. Heqê PKK’ê ye ku li Başûrê Kurdistanê bixebite. Em li dîroka PDK’ê binihêrin, ji sala ku ava bûye heta niha nîvê temenê xwe li Rojhilat derbas kiriye. Niha radibin dibêjin bila ‘PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve, bila li Bakur bixebitin û ev der ne cihê wan e, ji ber wan dewleta Tirk vê derê dagir dike’ Ev teqez gotineke şaş e. Tekane armanca dewleta Tirk heye, dixwazin heta Mûsûlê her derê dagir bikin. Dewleta Tirk bi xwe dibêje ‘Li Efrîkayê jî statuyeke Kurdan pêk were, em ê mudaxele bikin’ Ligel vî tiştî ma wê dewleta Tirk destkeftiyên Başûr biparêze! Heke kesekî armanca dewleta Tirk fêm nekiribe, nexwe bi tiştekî nizane. Ji ber ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e, ev gelekî zelal e. Kurdan wekî dijminê xwe dibînin.”

Qehremanî di dawiya axaftina xwe de got ku “Heke şerek di navbera Kurdan de pêk were, wê Başûrê Kurdistanê têkeve xisareke mezin. Baş tê bîra min, wê demê me li çiyayan şer dikir. PKK û PDK’ê li hev kiribûn. PKK Qendîl di serî de wê li gelek derên Başûr bi cih bibe. Ez nikarim fêm bikim, tu yê bi xwe îmze bide peymanê û niha jî tu yê bibêjî çi îşê wan li vir e, bila ji Başûr derkevin. Dewleta Tirk vî tiştî bi PDK’ê dide gotin. Ez tu wateyê nadimê, çima PDK hemû gotinên dewleta Tirk tîne cih. Ev siyaseteke gelekî şaş e. Siyaseta wisa ne xizmeta PDK’ê û ne jî ya Kurdan dike, ev bi tenê xizmeta dewleta Tirk dike. Divê PDK nebe sedema şerekî di navbera Kurdan de. Şerekî wisa wê tu xêrê nede Kurdan û PDK’ê, wê bi tenê dewleta Tirk bi ser bikeve.

‘DIVÊ HEMÛ KURD HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

Wekî ku min berê got, divê hemû gelên Kurd ên welatparêz, nivîskar û siyasetmedar li hemberî şerekî wisa be. Şerê di navbera Kurdan de, wê ji xeynî zirarê tiştekî nede Kurdan. Divê tu kes ne bêalî be, divê her kes berteka xwe nîşan bide. Di dîrokê de Kurdan her dem li hemberî hev şer kirin, me dît ku şerê di navbera Kurdan de xisareke çawa daye Kurdan. Ji ber vê divê hemû partiyên siyasî û fraksiyon li dijî vî şerî bin û divê PDK’ê hişyar bikin. YNK li qadê hêzeke mezin e û bandora wê heye. Divê YNK, Goran, Yekgirtû û Îslamî di vî warî de PDK’ê hişyar bikin. Divê PDK nebe sedema şerekî di navbera Kurdan e. Ji ber ku şerekî wisa wê xisareke mezin bide gelê Kurd.”

‘ARMANCA MEZIN DAGIRKIRINA BAŞÛR E’

Siyasetmedar Yasîn Elî jî got “Tişta ku a niha li herêmê pêk tê, siyaseta dewleta Tirk e. Sedema ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir dike, ne PKK ye. Li van cihên ku dagir kiriye, qereqol û pergalên xwe yên radarê mayînde bi cih dikin. Di heman demê de bi baregehan îstîxbaratê bi dest dixe. Belkî van baregehan li dijî PKK’ê ava dike, divê were zanîn ku dagirkirina wê derê tê wateya Başûrê Kurdistanê. Me di dema nêz de dît ku. Di dema nêzik de me dît ku dewleta Tirk her cure qetlîamê dike, lê dinya li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne. Li Lîbya, Azerbaycan, Rojava û li Başûr bi salan qetlîaman dike.

DEWLETA TIRK PÊŞMERGE QETIL KIR

Pêşmerge ji bo parastina gelê Kurd hatiye avakirin lê PDK bi daxwaza dewleta Tirk dixwaze wan li hemberî gerîla bide şerkirin. Bi salan e dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û petrol di serî de çavkaniyên ekonomîk bi destê hinek kesan dide dewleta xwe. Armanca dewleta Tirk gelekî zelal e, em hemû dibînin. Armanca wê ev e ku 2 salên din di 2023’an de dema ku dema Peymana Lozanê biqede, Başûr tevlî nav axa xwe bike. Ji ber vê jî gelê Kurd ê li her çar parçeyan divê li dijî van şeran be.

Di vê bûyera dawîn de her kes dizane ku dewleta Tirk pêşmerge kuştin. Di demeke nêzik de wê ev tişt derkeve holê. Ev hemû provokasyonên dewleta Tirk e. Bi van provokasyonan dixwazin hêzên Kurdan bera ber hev bidin û li qadê xwe xurt bike.

Divê hemû gelê Kurd, partiyên siyasî, nivîskar û hemû beşên civakî li dijî şerê navxweyî bin. Hin kes hene, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk tiştekî nabêjin. Ev tiştekî şerm e. Wê partiyeke te ya siyasî hebe û tu yê tu helwestê nîşanî dagirkeriya li ser Kurdistanê bidî. Ez bang li hemû partiyên siyasî dikim, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk seferber bibin û li hemberî vî tiştî helwesta xwe zelal bikin.

Çend sal in aboriya dewleta Tirk têk çûye, niha dixwazin di navbera Kurdan de şerekî çêbikin û xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Divê hemû partiyên siyasî nerazîbûnê nîşanî vê dagirkeriyê bidin. Rewşa niha ji Enfalê xerabtir e. Ji ber ku li ser gelê Kurd qetlîam heye. Divê tu kes nebêje di navbera dewleta Tirk û PKK’ê şer heye. Dewleta Tirk bi salan e gelê Kurd qetil dike, ev şer di navbera Kurdan û dewleta Tirk de ye. PKK’ê dewleta Tirk qels kiriye, divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û dewleta Tirk ji Kurdistanê derxînin.”