Pergaleke ku azadiya jinê tê de tune be, mayînde nabe

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed sedem û bingehên veguhertina paradîgmayê ya di nava PKK'ê de nirxand û diyar kir ku pergala bêyî azadiya jinê û têgihiştineke ekolojîk nikare bê domandin.

Ronahî Serhed ku tevlî bernameya Xwebûn a Jin TV bû ku Arjîn Baysal pêşkêşiya wê kir, qala Paradîgmaya Civaka Ekolojîk a Demokratîk kir.

Rêber Apo çima pêwîstî bi guhertina paradîgmayê dît? Di paradigmaya kevn de çi astengî çêbûne?

Beriya Rêber Apo gelek akademîsyen ji bo çareseriya krîza şaristaniyê lêkolîn kirin û tez ligorî xwe amade kirin. Lê belê, ev tezên amadekirî bi gelemperî teorîk man. Gelek ji wan jî analîzên nebaş bûn. Ji bo çareseriya kaos û krîza heyî Rêbertî lêgerîna xwe berdewam kir. Pêk hatina paradîgmaya nû bi krîza şaristaniyê ve girêdayî ye. Kengî paradîgma dikeve rojevê? Her ku kaos û krîzên civakî kûr dibin û xitimandin çêdibe, hingî paradîgmayên nû derdikevin holê. Pirsgirêkên civakî ne tenê li ser dewletek an neteweyekê ne. Krîzên sîstemî ne û di vî warî de divê çareseriya wan sîstemî be. Rêbaza ku hûn bikar tînin ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir girîng e. Ev pirsgirêka paradîgmatîk pênc hezar sal e heye. Lê di nav çarsed salên dawî de ew pir bêtir xuya bû. Şoreşên ku tê de pêk hatin bi temamî encam negirtin. Tevgerên rizgariya neteweyî, Marksîst, Femînîst li gelek cihan têkoşîn dan û heta bi navê sosyalîzmê dewlet hatin avakirin. Lê pirsgirêk bi avakirina dewleteke sosyalîst nehat çareserkirin. Ji bo çareseriya wan pirsgirêkan bi rêkûpêk girtina dest pêwîst e. Şêwaya ku hûn li tiştan dinêrin û digirin dest, paradîgmaya we diyar dike.

Sosyalîzma zanistî li ser çîna bindest analîza xwe kir. Dema ku çîn pênase dikir, bi rêya çîna karkerên bindest ev yek kir. Çîna bindest a li wir jî behsa wê tê kirin mêr bû. Dema li vir li rizgariyê geriyan jî, pirsgirêk nehat çareserkirin. Demokrasiya lîberal jî pênaseyek kir. Lê nikaribû çareserî ava bike. Ji ber ku lîberalîzm û demokrasî di esasê xwe de li hemberî hev in. Dema ku lîberalîzm demokratîkbûna netewan tîne ziman jî,di çarçoveya feraseta netewe-dewletê de dinirxîne. Lê ev rewşeke bi nakok e. Ji ber ku netew-dewlet çavkaniya pirsgirêkê ye. Hin derdor pirsgirêkê tenê di çarçoveyek ekolojîk de dinirxînin, hin derdor jî bi sedemên aborî ve girê didin. Ji ber vê yekê pirsgirêk çawa tê analîzkirin, çareserî jî li gorî wê pêş dikeve. Lê pirsgirêk ew e ku hemû pirsgirêkên ku hatine jiyîn bi hev ve girêdayî ne. Dema ku hûn bi kesek tenê re mijûl bibin hûn nikarin çareseriyek peyda bikin. Belê, pirsgirêkên aborî, ekolojîk, tenduristî, çandî, azadiya jinê û gelek pirsgirêkên din hene. Lê ji hev cudakirina wan xelet e. Rêbertî van pirsgirêkên civakî bi nav kir. Wek qirkirina civakê pênase kir.

ÇARESERÎ NE GUHERTINA HÊZAN A DI ÇARÇOVEYA FERASETA NETEWE DEWLETÊ DE YE

Dibe ku îro şaristaniya kapîtalîst xwe pêşxistibe. Lê ev nayê wê wateyê ku her kesê li cîhanê dijî kapîtalîst e. Civak bi rengê xwe li dijî pergala kapîtalîst di rewşa berxwedanê de ye. Belê, qetlîamek heye. Lê ev nayê wê maneyê ku; hemû civak hatin hilweşandin û civakbûn ji holê hat rakirin. Ger rewşek wiha bihata pirsyarkirin, îro behsa hebûna kesî nedihate kirin. Lê ev rastiyek e ku di nava krîzeke civakî ya pir giran de dijî. Helbet ev rewş bi awayekî xwezayî nakokiyên di nava sîstemê de zêde dike. Hêzên modernîteya demokratîk li hemberî van nakokiyên pergalê her tim di nava berxwedanê de ne. Lê van hêzên berxwedêr ti carî nekarîn xwe navendî bikin û belav bikin. Ger wisa bûya, wê pergala kapîtalîst nikarîba xwe veguheranda hêzeke hegemonîk. Ji ber vê yekê di dîrokê de derketiye holê ku yên çareseriya pirsgirêkan di çarçoveya feraseta netew-dewletê de weke guhertina desthilatdariyê dibînin, şaş in.

Hemû hêz îro çareseriya pirsgirêkên xwe di çareseriya desthilatdariyê de dibînin. Hin li şûna hêzek pir hişk, hêzek nermtir dixwazin, hinek din jî berovajî, desthilatdariyek tundtir û radîkaltir dixwazin. Pirsgirêka azadî, wekhevî û edaletê bi guhertina desthilatdariyê ve girê didin. Lê hilweşandina desthilatdarek û avakirina desthilatdarek nû tenê tê wateya guhertina destên desthilatdaran, ku nikare ti pirsgirêkek civakî çareser bike. Bi gotineke din, hilweşandina hikûmeteke bûrjûwazî û li şûna wê hikûmeteke ku ji çîna karkeran pêk tê, tiştekî naguherîne. Bi rastî jî mixabin me dît ku ev yek di hilweşîna sosyalîzma reel de çi encam derxistiye holê.

Guhertina paradîgmayê ji bo tevgera azadiyê çi zehmetî derxist holê?

Helbet ne hêsan bûye. Forûmên zîhniyeta serdest a 5 hezar salî heye. Hilweşandin û hewldana guhertina wan ne tiştekî hêsan e. Redkirina tiştekî nayê wê wateyê ku we tiştê ku we qebûl kiriye bi tevahî pêk aniye. Pêdivî ye ku hûn zehf bixebitin û xwe perwerde bikin da ku tiştê ku we qebûl kiriye bicîh bînin. Ji ber vê yekê me ji destpêkê heta îro girîngiyeke mezin da perwerdeyê. Perwerdeyên me di çarçoveya parastina paradîgmayên Rêbertiya me de pêk tên. Ne tenê em, gelê me yê welatparêz jî bi xwendin û nîqaşa parêznameyan, hewl didin xwe perwerde bikin.

Dema ku Rêbertiya me paradîgmaya xwe ya nû pêşkêş kir, li gorî rastiya sedsala 21’ê ji bo me bi taybetî ji bo tevgera me ya jinê şoreşek mezin bû. Dema mirov li gora van rastiyan li guherînê dinêre, guherînek wisa xweş bû ku mirov dikare pesnê wê bide. Paradîgma ji bo serdema borî, roja îro û paşeroja me perspektîfek eşkere dikir. Mîna ku mirov ji tîbûnê miribe û ji nişka ve rastî çemekî bê. Lê hûn çiqas vedixwin, hûn bêtir dixwazin vexwin. Ji ber ku tîbûna hezar salan heye. Niha dema ku bûyerek bi awayekî berfireh û kûr tê destgirtin, çareserî jî bêtir bi encam dibe. Îro krîzên civakî kûrtir dibin. Berxwedana gelan, dijberiya wan a li dijî pergalê roj bi roj mezin dibe. Hêzên pergalê jî, ji bo vê zehmetî dijîn. Em jî, ji bo ku bersivê bidin van pirsgirêkên heyî her dem di rewşek lêkolîn û ceribandinan de dijîn.

CIVAK DI BIN DORPÊÇÊ DE YE

Îro ji zarokekî heta mezintirîn beşê civakê, ji kê bipirsî bersiva vê qeyrana pergalê heye yan jî lêgerîna wî heye. Her kes li rêya xwe digere. Zanista pozîtîvîst ji bo sînorkirina lêgerîna mirovan her tiştî dike. Tevî her tiştî jî gel lêgerîna xwe didomîne. Divê zanista pozîtîvîst bê hilweşandin û li şûna wê zanista civakî were berfirehkirin da ku civak bi rê ve bibin. Yên desthilatdar hemû zanistan desteser dikin û li gorî berjewendiyên xwe diparêzin. Bêyî ku ti valahî bihêlin hemû qad tijî kirin. Lewma divê têkoşîna me li hemû qadan be. Sîstema ku hatiye dayîn, hemû qadên siyaset, aborî û çapemeniyê dixe bin kontrola xwe, bomberdûmaneke giran dike. Asta ku îro şovenîzm gihîştiye faşîzm e. Niha pergala kapîtalîst dixwaze bikeve nava her şaneyên civakê. Dixwaze xwe li her derê sazî bike. Hemû rêbazan bi kar tîne. Civak di nava dorpêçê de ye. Ji bo ev kaos û rewşa krîzê ya li welatê me baştir were fêhmkirin û çareserkirin, ji ber ku parêznameyên Rêbertî gihaştine ber destê me, hem weke partî hem jî weke tevgera jinê em perwerdeyên berfireh dimeşînin.

Berê jî gelek pênaseyên demokrasiyê hatin kirin. Rêber APO jî behsa pênaseya civaka demokratîk dike. Modela demokrasiyê ya ku Rêber Apo anî ziman, divê em çawa pênase bikin?

Rêber Apo behsa civaka exlaqî û polîtîk dike. Ger destwerdana derve li ser civakekê nebe, ew civak bi nirxên xwe yên exlaqî û polîtîk jiyana xwe didomîne. Lê îro civak bi ferasetên zayendperestî, neteweperestî, olperestî û zanistperestiyê ve hatine dagirkirin. Helbet di van hemûyan de misoger dike ku serdest, yekdestdar û desthilatdarî zêdetir qezencê bi dest bixin. Mixabin civaka îroyîn li ser nirxên xwe yên exlaqî mezin nabe. Ev yek bandorê li têgihiştina estetîk a exlaqî, nirxên exlaqî û jiyana komînal a civakê dike. Hêdî hêdî nirxa xwe ya civakî winda dike. Ger îro jî mirov dikare behsa civakîbûnê bike, ev yek bi xweparastina exlaqê ya di nava civakê de girêdayî ye. Sîstema kapîtalîst ji bo nirxên civakî ji holê rake, bi rengekî bêser û ber êrîş dike. Bi vê yekê dixwaze civakê bêruh bihêle. Lê civaka demokratîk di her tiştî de zindî û dînamîk e.

DEMOKRASÎ NIRXA KU MIROV BI HEMÛ CUDAHIYAN RE BI HEV RE BIJÎN E

Civaka demokratîk civakeke polîtîke ye. Polîtîka ne tenê wek lîberalîzm pênase dike peralek parlementerî an jî çarçoveyek qanûnî û destûrên ku hatine diyar kirine. Berovajî vê, demokrasî rêbazeke jiyanê ye ku civakan bêyî xwe bispêrin destûra bingehîn dikarin hebûna xwe ya dildar ragihînin û bi nîqaşkirina pirsgirêkên xwe re çareseriyan hilberînin. Demokrasî nirxa ku mirov bi hemû cudahiyên civakan re bi hev re bijî ye. Lê îro hemû netewe-dewlet demokrasiyê ji xwe re dibînin. Bi avakirina desthilatdariyê li ser civakan, civakê qels dike û bi xwe ve girêdayî dike. Ji bo vê jî Rêber Apo behsa demokrasiya rasterast dike. Yanî divê gel bi xwe li ser pêdiviyên xwe biryarê bide. Ma qey berê netew-dewlet hebûn? Helbet tune bû. Ji ber vê yekê, civakan beriya ku dewlet-netew ava bibin çawa jiyana xwe domandin? Her civakekê hewcedariyên xwe diyar kir û li gorî wê biryar da. Ya ku em jê re dibêjin demokrasiya rasterast ev e. Yanî civak dê hewcedariyên xwe nîqaş bike, biryaran bigire û bi xwe pêk bîne. Ger hûn wan ji civakê dûr bixin, hûnê civakê bikin kole. Îro civak bi bê têgihiştin, îrade û raman tên hiştin û tên birêvebirin.

Dewlet ji demokrasiyê ditirsin. Gelek dewletên Ewropayê mafên demokratîk di qanûnên xwe de cih digirin. Lê belê xwe weke demokratîk pênase dike. Lê di eslê xwe de xapandinek e. Dewletbûn bi xwe dij-demokratîk bûnê ye. Dewletek nikare demokratîk be. Ji ber ku ev li dijî cewhera dewletê ye. Li ku derê dewlet hebe, demokrasî çênabe. Li cihekî ku demokrasî jî hebe, dewlet nikare erka xwe pêk bîne. Xwediyên dewletên herî dîktator ên cîhanê jî, heta yekî wek Erdogan jî dibêjin ku ew alîgirê dewleteke demokratîk in. Hemû dewlet demokrasiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Kîjan dewlet demokratîk e? Helbet tune. Her kes cilê demokrasiyê li gorî karê xwe bikar tîne. Wekî mînak; Li welatên ku îdîa dikin herî demokratîk in jî, jin ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin.

Mirovatiyê di encama têkoşîna xwe de her tişt bi dest xistiye. Bi berdêla canê xwe li dijî qral û siltanan derketine û reform, ronakbîr û ronesansê pêk anîne. Dema ku netew-dewlet hatin avakirin vê rastiyê zanîbûn, ji bo ku civakan bixin bin desthilatdariya xwe de demokrasî ji xwe re kirin amûr. Lê di esasê xwe de netew-dewlet û demokrasî ne pergalên lihevkirinê ne. Berovajî wê dewlet nikare li cihê ku demokrasî lê hebe bijî. Dema ku demokrasî pêş dikeve, dewlet ji holê radibe.

Îro ji ber ku dewlet tavilê nayê rakirin, hevsengiya dewlet û demokrasiyê dê çawa pêk were?

Îro jî hilweşîna dewletê tiştekî naguherîne. Ji ber ku zîhniyeteke dewletparêz a bi hezaran salan hatiye avakirin heye. Ji bo guhertina vê hişmendiyê dem lazim e. Lê divê dewlet li hemberî demokrasiye hesas bibe û bêyî ku mafên civakê bên înkarkirin sîstemek bê avakirin. Helbet ji bo vê jî beriya her tiştî divê civak bê rêxistinkirin. Civaka birêxistinkirî û diguhere divê demokrasiya xwe bi sînordarkirina rolên dewlet û desthilatdariyê ava bike. Hîtlerê ku bi hilbijartinê hat ser desthilatdariyê, bi helwestên xwe yên faşîst û nîjadperest komkujî pêk anî. Erdoganê ku ev bîst sal in desthilatdar e, ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her cure rêbazên faşîst dide. Di vî warî de pêwîst e zihniyet û desthilatdarên dewletparêz bê sînorkirin. Rêber Apo ev yek bi formula Dewlet + Demokrasî pênase kir. Di vê formulê de dewlet û demokrasî car caran li hev dikin, pev diçin û têkiliyên xwe di nav nakokiyan de dimeşînin. Ev rewş heta avabûna Konfederalîzma Demokratîk didome. Wê demê pergala demokratîk wê bi ser bikeve.

PIRSGIRÊK NE HILWEŞANDINA DEWLETÊ YE, LÊ LI ŞÛNA WÊ ÇI AVAKIRINE

Li Iraqê rejima Saddam hat rûxandin, lê li Iraqê hê jî sîstema dewletê heye. Li Rûsyayê şoreşek çêbû, pergala çarlikê hilweşiya, lê Rûsya hîn dewlet e. Bi destwerdanan çi bi şoreşê û çi bi darbeyê, dewletên Netewî ji holê ranebûn. Pirsgirêk ne hilweşandina dewletê ye. Piştî ku hûn dewletê hilweşînin hûn ê li şûna wê çi ava bikin. Pirsgirêk an jî nakokiya bingehîn ne hilweşandina dewletê ye yan na. Rewşa pêşîn a ku pêdivî ye ku were ceribandin û guhertin; desteserkirina dewletê ya hemû qadên rêveberî, ewlekarî, aborî û siyasî ye. Li aliyê din hêzên civakî yên demokratîk bi rêxistinkirina xwe, pêşvebirina qadên xwerêveberiyê, afirandina hêzên xwe yên xweparastinê, pêşvebirina aboriya xwe ya sosyalîst û bêyî bi dewletê ve girêdayî bin xwe dispêrin hêza xwe, hêza xwe digirin. Piştî her tiştî, dema ev hatin afirandin, bi awayekî xwezayî hûn dibin hêzeke alternatîf. Dewlet gav bi gav dibe amûrek nepêwîst.

QANÛN NE JI BO PARASTINA CIVAKÊ JI BO PARASTINA DEWLETÊ NE 

Dema em li pênc hezar salên borî dinêrin, em tenê dîroka şaristaniya kapîtalîst nabînin. Di heman demê de em şahidiya şaristaniya demokratîk a li dijî şaristaniya kapîtalîst a ku pêşdikeve li ber xwe dide, dibin. Dîrok bi berxwedaniya civak, bawerî, jin û etnîsîteyê tije ye. Di polê de jî şoreş hatin kirin. Ma kî dê li dijî azadiyê derkeve? Her kes azadî û wekheviyê dixwaze. Lê ya girîng hem fêmkirin û hem jî ravekirina wan e. Divê em erkên xwe yên hizrî, exlaqî û siyasî pir baş bi cih bînin. Daxwazên konfederalîzma demokratîk çiqasî zêdetir bibe, wê ewqasî pêş bikeve û belav bibe. Weke tevgera azadiya Kurd, weke tevgera jinê em bi dil û can hewl didin vê bikin. Lê li hemberî vê yekê hemû netew-dewlet bi yekdengî behsa parastina sînorên netew-dewletan dikin. Lê tu kes guh nade van sînoran çawa tên kişandin. Bo nimûne; PDK’ê ya ku xwe weke partiyeke Kurdistanî dibîne jî bi heman argumanan li dijî hêzên Kurdistanî yên ku xwe weke hêzeke parastina rewa birêxistin dikin disekine. Çima ev hêz, hêza parastinê ya gelê Êzidî yê bi komkujiyê re rû bi rû ye qebûl nake? Ji ber ku qanûnên bi navê dewletê bi kar tîne, xwerêveberî û hêza parastina Şengalê nas nake. Yanî eger qanûneke bi vî rengî hebe, eger dewletek hebe, çima leşkerên artêşa Iraqê ku leşkerê vê dewletê ye û hêza pêşmerge ya PDK'ê ya bi awayekî fermî naskirî, dema DAÎŞ'ê êrîşê Şengalê kir, neparast? Ji ber ku hêzên ku weke hêza leşkerî tên pênasekirin tenê girêdayî desthilatdariyê ne. Erka wan danîna sînorên dewletên xwe ye. Ew ne hêza parastina gel in. Ji ber vê yekê jî ger civak bifikire ku bi artêşên fermî yên dewletan parastina xwe dikare biparêze, şaş in û nikarin di dawiyê de ji komkujiyan rizgar bibin. Ji bo vê jî pêwîstiya gel bi hêza xwe ya parastina xwe heye. Lê dema em li rewşa heyî dinêrin, PDK’ê li dijî Şengal û Rojava ku xwerêveberî û parastina xwe pêk tînin, derdikeve. Çima ew dijberî dike? Ji ber ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike. Ji destkeftiyên Kurdan nerehet e. Ji ber vê yekê li dijî me derdikeve û ewqas êrîşî Rêber Apo dike. Rêber Apo ji bilî berjewendiyên gelê Kurd ti tiştekî naperêze.

Heta niha tu desthilatdarî nekariye azadiya jinê, kêmek be jî biparêze. Berovajî vê yekê di berjewendiyên xwe de dibînin. Me wan tecrube kiriye. Tevî ku demeke dirêj e hikûmeta Başûrê ava nebûye jî, xwedî nêzîkatî û helwestên bi vî rengî yên antî azadîperest û antî demokratîk e. Çima wiha nêzîk dibin? Ji ber ku di çarçoveya zîhniyeta netew-dewletê de nêz dibe. Zîhniyeta netew-dewletparêz azadiya jinê, rêxistinbûna civakî û xwerêveberiya ferd ji bo xwe xeter dibîne. Ji bo ev vîn bi pêş nekeve, bi leşker, polîs û qanûnên xwe re hewl didin vîna civakan bişikînin. Qanûn di ser her tiştî re tê girtin. Di qanûnan de desthilatdaran bûrjûwaziyê diparêzin. Ji ber ku bi destên wan hatiye çêkirin. Ji bo vê jî peymana civakî pir girîng e.

ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST BINGEHÊN XWE LI SER MÊTINGERIYA JINÊ AVA KIRIYE

Ji bo rawestandina şer, pêşxistina aştî, demokrasî, edalet û wekhevî, kêmkirina şovenîzmê û ji holê rakirina zayendperestiyê, ji hiqûqê zêdetir pêwîstî bi peymaneke civakî heye. Dema ev pêk bên azadiya jinê bi awayekî xwezayî pêk tê. Şaristaniya kapîtalîst bingehên xwe li ser mêtingeriya jinê ava kiriye. Kapîtalîzm ev yek bi ketina zayendperestiyê di nava civakê de kir. Pergal bi rêya zayendperestiyê 24 saetan zîhniyeta xwe ya mêtîngeriyê di civakê de zindî dihêle. Wek tê gotin ne çandeke civakî ye. Berovajî vê, têgihiştinek e ku pergala serdest a mêr ji bo xwe biafirîne li ser civakê ferz dike. Di vê yekê de Konfederalîzma Demokratîk li dijî zayendperestiyê ye. Çawa demokrasî di civakan de jiyanî dibe; Dema civak ji ferasetên zayendperest, neteweperest û olî rizgar bibe, demokrasî wê her quncikê tarî mîna rojê ronî bike.

Rêber Apo dibêje pirsgirêkên civakî ji pirsgirêkên xwezayê ne serbixwe ne. Di vê çarçoveyê de rol û girîngiya ekolojiyê di paradîgmaya nû de çi ye?

Di navbera mirov û xwezayê de têkiliyeke hemdem heye. Xweza xwedî pergalek eko ye. Dikare jê re zincîra jiyanê jî were gotin. Ger zencîreyek ji vê zincîrê qut bibe, ew di tevahiya pergalê de dibe sedema pirsgirêkê. Li ser vê mijarê gelek rapor hatine amadekirin. Zirara ku îndustriyalîzmê dide xwezayê pir e. Îndustriyalîzm amûrek pergalê ye di xizmeta serdestên ku ji berjewendiyên civakî dûr in. Hemû dewlemendiyên xwezayî yên li ser û binê erdê têne îstîsmarkirin. Ne ji ber ku ew hewce ne. Ji bo zivirîna çerxa pergala kapîtalîst tê kirin. Ger li ser esasê pêdiviyên civakê tiştek bihata kirin, di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê, pirsgirêkên xanî û parastinê dê tiştek bihata kirin. Lê ji ber ku armanc ew e ku çerxên pergala xwe bizivirînin, ji bo berjewendiyên xwe her tiştî maqûl dibînin. Dema ku mirov têkiliya xwe ya bi xwezayê re qut kir û xwezayê weke amûra îstîsmarê dît, wê demê pirsgirêkên ekolojîk dest pê kirin û ev pirsgirêk gav bi gav kûrtir bûn. Pirsgirêkên ekolojîk ên ku hatine jiyîn bûne sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Bû sedema pirsgirêkên civakî. Bi kurtasî pirsgirêkên madî û manewî derketin holê. Ger em dixwazin pergalek civaka demokratîk û azadîxwaz ava bikin, divê em sîstemek bi zanebûna van pêş bixin. Di xwezayê de her tişt bi hev ve girêdayî ye. Ger em di civakê de serwextiyê dixwazin, divê aborîyek me ya baş hebe. Lê ne hewce ye ku xwezayê îstîsmar bike ku bibe xwedî aborîyek baş. Berovajî vê, aboriya ku di çarçoveya ekolojîk-aboriyê de hatiye avakirin, wê di her warî de bi bandortir û berhemdartir be. Ji ber vê yekê pergala ku tê de azadiya jinê, têgihiştina ekolojîk û demokrasiyê tune be, hûn çi bikin jî nayê domandin. Di vî warî de rola her kesî girîng e. Divê her kes li hemberî azadiya jinê, jiyana ekolojîk û mafên demokratîk hestiyar be û ji bo misogerkirina van têbikoşe.