Pêngavên Şoreşger: 15 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Hêzên gerîla bi pêngavên şoreşger bersivê didin êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi balefir, helîkopter û çekên kîmyewî dikin. Di pêngavan de 15 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker ev daxuyanî da.

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi armanca salvegera 18’emîn a Pêngava Hezîranê silav bike, çalakiyên xwe didomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan caran bi obus û hawanan, 50 caran bi balefirên şer û careke din jî sûcê şer kir û 17 caran jî bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê bomberdûman kiriye. Li hemberî van êrişan di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa ne

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 11.25 û 11.50’an de dema ku dagirkeran xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran û sûîkastê li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûn. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyane.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Herêma Zapê

Di 30’ê Gulanê de saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran 3 caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane. Li vir çepereke dagirkeran hatiye îmhakirin.

Di 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de hêzên me yên YJA-Starê bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Soran a girêdayî Qada Berxwedanê ya Karkerê dane. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 31’ê Gulanê de saet di 12.30’an de û di 1’ê Hezîranê de saet di 03.30’an de hêzên bi li dagirkerên li dora çeperên şer ên girêdayî Qada Berxwedanê ya Karkerê dan û li vir herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin. Di heman rojê de di destê sibehê de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran dîsa li dagirkeran dane.

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 17.20 û 01.00’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê 3 caran bi taktîka sabotajê li wan hatiye xistin. Di nav van dagirkeran de kontra hebûn. Ev kontra bi Erebî û bi devoka Bêhdînî ya Kurdî diaxivîn. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 11.30 û 14.30’an de dagirkeran dema ku xwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bomberdûman bikin, hêzên me 4 caran li wan dan. Piştî vê mudaxeleyê dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de li herêma Zapê

Di 30’ê Gulanê de saet di 18.00 û di 31’ê Gulanê de saet di 11.00’an de dagirkeran dema ku xwestin li dora çeperên şer ên Şehîd Şahîn a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bibin, hêzên me li dagirkeran dan. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 31’ê Gulanê de helîkopteran dema ku xwestin leşkeran deynin dora çeperên şer ên Şehîd Leşker a girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bûn hedefa hêzên me. Piştî mudaxeleyê dagirkeran nekarîn leşkeran daynin qadê û neçar man ji qadê biçin.

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 31’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Berxwedan û Şehîd Şahîn a Zapê û Qada Berxwedanê ya Werxelê 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin.

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balefirên şer kiriye;

Di 31’ê Gulanê de qadên Girê Cûdî, Girê Bihar, Girê Amêdiyê, Şehîd Şahîn, Saca, Çiyareş û Şikefta Birîndara ya Zapê û qada Kurojahro bi helîkopteran, bi sedan obusên ku ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 37 caran bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 31’ê Gulanê de jî Qada Berxwedanê ya Werxelê bi helîkopterên êrîşê û 3 caran bi helîkopterên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 31’ê Gulanê de qadên Girê Hakkarî, Şehîd Akîf û Golka yên Metînayê bi dehan caran bi hawanên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 9 caran jî bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.Di heman rojê de di dahnê nîvro e jî qada Serê Metîna ji bi obus û hawanan ku ji qereqola Bamernê ya li Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk a dagirker hate bomberdûmankirin.

Di 31’ê Gulanê de saet di 10.18’an de gundê Şikeftiyan a herêma Garê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 31’ê Gulanê de berpalên Girê Şekîf a herêma Xakurkê û qadên Geliyê Lolanê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatiye bomberdûmankirin.”