Pêngava Xezeba Firatê: 3 gund, 15 gundik hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 3 gund û 15 gundikên li bakurê Reqayê rizgar kirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 5 çete jî bi saxî hatin girtin.

Di çarçoveya Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), duh saet di 10:00 de ji aliyê rojavayê Reqayê ve berê xwe dan çeteyên li gundên El Reşît, Ebû Qîra û El Ceyifê. Li her 3 gundan di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran qewimî.

Balafireke keşfê ya çeteyên DAIŞ`ê ku dixwest nuqteyên şervanan bombebaran bike, ji aliyê şervanan ve hat xistin.

Di encama şerê giran de gundên El Reşîd, Ebû Qîra û El Ceyif ji çeteyên DAIŞ hatin rizgarkirin.

Şervanan piştî ku ew her 3 gund rizgar kirin dest bi operasyona paqijkirina gundan kirin. Di operasyona paqijkirina gundan de gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan û li gundê Ebû Qira de termê 7 çeteyan ket destê şervanan.

Çeteyên DAIŞ piştî ku gundên El-Reşîd, Ebû Qîra û El Ceyif winda kir, bi fuzeyan êrîşî nuqteyên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yên li gundan hatin danîn kirin. Di êrîşan de 4 şervan şehîd bûn.

Gundiyên ku dixwestin ji qada şer biçin, mayîna çeteyan bi wan teqiya. Hat gotin ku ji gundiyan kuştî û birîndar hene. Lê derbarê hejmarê de agahî ne hatin bi destxistin.

Li aliyê rojhilatê Reqayê jî şervanan li gundê Erîş û Baran ên berê hatibûn rizgarkirin xebatên xwe yên lêgerînê dewam kirin. Di encama lêgerîna li her du gundan şervanan, tevî termê 5 çeteyan 2 BKC û 500 fîşekên wê, 2 roketavêjên RPG (B-7) û 9 roket û heşweyên wan, 6 çekên Kalaşnîkof, 4 rext û 21 cercurên kalaşnîkof, 88 fîşekên çeka M-16 dîtin û 5 çeteyên ku xwe li gundan veşartibûn bi saxî ketin destê şervanan.

Di qonaxa çaremîn de di nava hefteyekê de 15 gund (El Cayif, El Reşîd, Ebu Qira, El Melalî, El-Atşana, El Ensar, El Rafîa, Al Celaa, Meyselûn, Xirbet El-Xan, Til Maaz, Til Mehles, Eriş, Baran û Mesakin Eskerî), 44 gundik, kargehek pembû, girtîgehek, qadeke perwerdeya leşkerî û Navenda Yekîtiya Cotkaran ji çeteyan hatin rizgarkirin.