Pêngava Xezeba Firatê: 25 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundên Til Semen û Siriz Xinez ên Reqayê hatin têkbirin. Di vî şerî de 25 çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundên Til Semen û Siriz Xinez ên Reqayê hatin têkbirin. Di vî şerî de 25 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê saet di 05:00 de êrîşî çeperên şervanên Odeya Çalakiyê yên baskê Eyn Îsa kirin. Çeteyan ji du aliyan ve êrîşî gundên Til Semen û Siriz Xinez ên bi 20 kîlometreyan li başûrê Eyn Îsa ne, kirin. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di cih de bersiv dan êrîşan. Şerê li vê derê heta danê êvarê dewam kir û di encamê de çete têk çûn.
Di vî şerî de 25 çete hatin kuştin û 16 cenazeyên çeteyan, 11 kalaşnîkov, 400 fîşekên kalaşnîkovê, 2 BKC, 2 zincîrên BKC, çekek B7 û 4 roketên wê, 16 êlekên êrîşa xwekujiyê û 2 cîhazên dîjîtal ketin destê şervanan.
Di şer de her wiha 2 tank, 3 wesayîtên bombebakirî, motorsîkletek bombebarkirî û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.