Pêngava Xezeba Firatê: 2 gund, 17 gundik hatin paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li bakurê Reqayê 2 gund û 17 gundik rizgar kirin.

Herêma El Hûmir jî, ku 5 gund lê ne ji aliyê şervanan ve hatine dorpêçkirin.

Şervanên QSD'ê duh bi şev li bakurê Reqayê, ji bo gund û gundikên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin rizgar bikin, ji sê baskan ve ketin nava liv û tevgerê. Şervanan 2 gund û 17 gundik rizgar kirin.

Li bakurê Reqayê, şervan ji aliyê rojhilat ve bi du baskan bi pêş ve çûn. Baskê yekemîn, di encama şerekî dijwar de gundê Abdullah, baskê duyemîn jî 12 gundik rizgar kirin. Bi vî rengî şervanên ji her du baskan ve ketin nava tevgerê, qadek ji 47 kîlometreçargoşeyî rizgar kirin.

Baskê sêyemîn êş şervanên QSD'ê yên ku ji aliyê rojava ve ketin ava liv û tevgerê, gundê El Kubra yê li bakurrojavayê Reqayê ye, tevî 5 gundikan rizgar kirin. Şervanan 2 girên stratejîk jî ji çeteyan paqij kirin.

Di operasyona sê baskan a duh bi şev de, bi dehan çete hatin kuştin, lê hejmara zelal a kuştiyên wan nehat hînbûn.

Şervanên QSD'ê li herêmên rizgarkirî dest bi karê lêgerîn û paqijiya ji bermahiyên çeteyan kirin.

Bi rizgarkirina her du gundan û gundikan re, herêma El Hûmir a 5 gund lê ne, ji aliyê şervanan ve hate dorpêçkirin.