‘Pêngava 15’ê Tebaxê bû xeteke têkoşînê’

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan derbarê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê got ku “Pêngava 15’ê Tebaxê bûye xeta têkoşînê ya bênavber didome.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan di salvegera wê de Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand. Botan diyar kir ku têgehên Kurd û Kurdistanê hatibûn qedexekirin lê bi çalakiyên di 15’ê Tebaxê de yên li Dihê û Şemzînanê ev qedexe hatiye pûçkirin. Botan got ku “Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re operasyonên şoreşger hatine lidarxistin. 15’ê Tebaxê beriya her tiştî hêviya jiyana azad afirandiye û xeta berxwedanê ava kiriye. Ji ber vê jî Pêngava 15’ê Tebaxê vejîn û rizgariyê ye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re derbeke giran li hêzên komploger, dewletên herêmî, hêzên îxanetkar û li dîroka pênc hezar salî tê xistin. Dewleta Tirk a ku artêşa duyemîn a NATO’yê ye, li hemberî bê berxwedana bi hêza heqîqetê têk diçe. Di heman demê de serfiraziya li li Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkukê ya li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê berdewama vê xetê ye. Sedema ku şoreşa Rojava dibe şoreşa jinan jî encama vê heqîqetê ye.

‘JINÊN KURD KEFENÊ MIRINÊ QETANDIN’

Jinên Kurd û gelê Kurd vî kefenê mirinê qetandine yên li ser wan hatine ferzkirin. Di heman demê de jî hêviya berxwedanê ava dikin û cesareta wê pêş dixin û pêşengtiyekê ava dikin. Bêguman ev hemû tişt heyecanekê ava dike û ji ber vî tiştî em serbilind dibin. Pêngava 15’ê Tebaxê di çaryeka dawîn a sedsala 20’emîn de berxwedanek ava kiriye.

Bi berxwedana Rêbertî, tevger û gelê me li Bakurê Kurdistanê destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Ev pêşketin girîng e, dîrokî ye, ji bo ku em xwe bigihînin serkeftinê divê em berxwedanê geştir bikin. Geşedanên ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di vî warî de gelekî krîtîk e û qedera herêmê diyar dike. Rêbertiya me di dîroka têkoşînê de û di pêvajoya Îmraliyê de bal kişandiye ser vî tiştî. Rêbertiya me diyar kiriye ku êrîş çiqasî giran be jî israra di berxwedanê de wê me ber bi serkeftinê bibe.”

DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botangot ku “ Piştî pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1985’an de NATO çû bi hawara Tirkiyeyê. Lê ev 36 sal in ku dewleta Tirk ligel piştgiriya NATO’yê li hemberî hêzên me têk diçe. Bi plana çokdanînê ya di sala 2014’an de şerekî giran hate destpêkirin lê li hemberî van êrîşan jî Rêbertiya me li Îmraliyê helwesta xwe ya berxwedanê didomîne. Êrîş çi dibin bila bibin ji xeynî çareseriya demokratîk em ê tu tiştî qebûl nekin.

AKP BI XETA NOKER DIXWAZE XWE LI SER PIYAN BIHÊLE'

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan bal kişande ser tevgera dagirker a AKP'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê, Xakurkê û got, ''Projeya AKP'ê, li Başûrê Kurdistanê bi desteka nokeran û hêzên îxanetê, navnetewî û herêmî, bi tevgera dagirker a anî ser Qadên Parastinê yên Medyayê jê we ye ku wê bikaribe pê hilmê bistîne. Projeya AKP'ê ya faşîst û mêtinger bi xeta noker jê we ye ku wê bikaribe nasnameya azad a Kurd biçewisîne. Bi çewisandina destkeftiyên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hewl dide ku li ser pêyan bimîne.''

Botan got bi têkoşîna ku wan geş kiriye, bi berxwedanê AKP ketiye rewşa hilweşîna siyasî, krîza aborî, krîza civakî û di qada dîplomatîk de dor lê asê bûye û bi zêdekirina van êrîşan hesab dike ku ji vê rewşê derkeve lê êrîşên AKP'ê hilweşandina wê bêhtir zû dike, bi berxwedaneke mezintir wê derba kuştinê bixwe û têkçûna dîrokî bitehmijîne.

GERÎLAYÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK WÊ DERBA KUŞTINÊ LI AKP'Ê BIXE

Botan got ya ku wê dawiya AKP'ê bîne şerê şoreşgerî yê gel e, bi vê çarçoweyê ya ku wê were pêşxistin gerîlatiya modernîteya demokratîk e, li ser hîmê jinûveavakirinê, bi çarçoweya gerîlatiya profesyonel û pêşketî, bi bikaranîna afirînerî, bi zîrekî bikaranîna teknîka berdeset pêşxistina şêwaza şok û derbên surprîz e. Botan got, ''Divê şer bi asta çalakiya ji kûr ve, berbelav, domdar were geşkirin. Li ser vî hîmî kûrkirina pêvajoyê, wê derbên giran li projeya AKP'ê were xistin, derbên kuştinê bixwe û were hilweşandin.''

Botan bi domdarî got, ''Di vê pêvajoyê de ku ji derfetên serdema zanîn û teknîka sedsala 21'ê sûd tê wergirtin û bi teknîk, îstîxbarat û şerê taybet tê rêvebirin, gerîlatiya modernîteya demokratîk, geşkirina şervanî û fermandariya taktîk, şêwa, hostatiya wê ya teknîk wê rê û encama geşedanan diyar bike. Li ser vê mijarê em hêza fermandar û şervan a jinê xwedî rol û mîsyona pêşeng in.''

Botan bi domdarî got 2019'an di şexsê Leyla Guven de hêza pêşeng a jina Kurd bi rengekî xurt hatiye nîşandan.