Pencewînî: Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike û lê bimîne!

Siyasetmedarê Kurd Pencewînî got, "Tirkiye ne tenê ji bo tinekirina PKK’ê êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, dibe ji ber petrol û dewlemendiya sererd û binerd a van herêman jî be. Ji bo wê êrîş dike ku van herêman dagir bike û lê bimîne."

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî got, "Tirkiye van demên dawî ne tenê ji bor tinekirina PKK’ê êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, dibe ji ber petrol û dewlemendiya sererd û binerd a van herêman jî be. Ji bo wê êrîş dike ku van herêman dagir bike û lê bimîne."

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistan, herêma Bradost û deverên din ji ANF’ê re axivî.

‘DIJMINÊ KURDAN XWE LI DESTKETIYÊN KURDAN RANEGIRTIN’

Pencewînî anî ziman ku di nava çend salên dawî de Kurdan destketin û pêşketinên girîng li çar parçeyên Kurdistanê bi dest bixin. Yek ji cihê ku serkeftinên mezin bi dest xistî Bakurê Kurdistanê bû. Bi taybet di demê pêvajoya aştiyê de, di aliyê siyasî de gavên girîng hatin avêtin. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa Rojava Kurdan karîn cihê xwe biparêzin û sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye ava bikin. Li gel wê jî li Başûrê Kurdistanê piştî sala 1991’an û şûnde karîn sazumaniyeke ava bikin.Piştî van pêşketinên mezin ên gelê Kurd dijminên Kurd ên çar aliyê Kurdistanê xwe li vê ranegirtin. Ji bo vê di nava du salên dawî de li ser dagirkirin û tinekirina destkeftiyên Kurdan li hev kirin.

‘AKP SERKÊŞIYA ÊRÎŞAN DIKE’

Siyasetmedarê Kurd Pencewînî behsa lihevkirina di navbera aliyan de kir û got: “Ev lihevkirin di navbera dijminên Kurd ên çar welatên cîran ve yên weke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve pêk hatiye. Ev plansaziya şer bi hev re danîne. Ji bo dagirkirina Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatiye afirandin.”

‘ÊRÎŞÊN LI SER KERKÛK, EFRÎN Û HERÊMÊN PARTASTINÊ YÊN MEDYAYÊ, HEMAN IN’

Pencewînî bal kişand ser encamên lihevkirinên dijminên Kurd û wiha got: “Êrîşa li ser Kerkûk, Efrîn, her wiha niha li ser sînorê Başûrê Kurdistan bi taybet herêma Xakûrk, Bradost ên Herêmên Parastina Medya di çarçoveya van lihevkirina de pêk hatiye. Serkêşiya van êrîşên hov jî hikûmeta AKP’ê ya di bin desthilata Erdogan de ye dike.”

‘ARMANCA ÊRÎŞAN DAGIRKIRINA XAKA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Pencewînî bal kişand ser têkiliyên aborî yên li başûrê Kurdisanê û ev nirxandin kir: “Dijminên Kurd bi taybet dewleta Tirk piştî ku di warê siyasî û aborî de heyîna xwe ya li Başûrê Kurdistanê zêde kir û şûn de, niha jî dest bi amadekariyên dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistan kiriye. Gava yekem a vê plansaziyê niha li Bradostê tê avêtin. Dîsa ew herêmên ku niha êrîşê dibe ser, dewleta Tirk ne cara yekem e ku êrîşê dibe ser. Bi dehan car êrîş biriye û welatiyên sivîl ên herêmê bûne qûrbanî. Her wiha ne tenê navçe û herêmên ser sînor gelek deverên din jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombe kirin.”

‘DIXWAZE HERÊMÊ DAGIR BIKE Û LÊ BIMÎNE’

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê metirsiyê li ser PKK’ê nake, ji ber ku PKK li nav Tikriye bi xwe heye û got: “PKK li Ewropa, li Stenbol, Enqere û heta PKK li her derê ye. Ji bo wê nikare PKK’ê tine bike. Êrîşkirina Tirkiye ya van herêmên navborî ne ji ber tinekirina PKK’ê ye, dibe ji ber petrol û dewlemendiya sererd û bin erd a van herêman be jî. Ji bo wê êrîş dike ku van herêman dagir bike û lê bi cih bibe.”

‘DIVÊ CIVAK NAVNETEWEYÎ BALDAR BE, CIHÊN BÊ DAGIRKIRIN WÊ ÇETE BÊN BICIHKIRIN’

Pencewînî bal kişand ser metisiyên dagirkirina xaka herêmê û wiha dom kir: “Eger dewleta Tirk van navçeyên navborî dagir bike, gelo me qet hêzên navneteweyî û herêmî nafikirin wê ew navçe û herêmê bibin baregeh û navendên komên çeteyên cîhadî yên ku li serê hemû cîhanê bûne bela.

‘ROJAN E DERBÊN GIRAN LI LEŞKERAN TÊN DAYÎN’

Bila hemû cîhan vê yekê baş bizanibe herêmên ku niha şer lê bi dijwarî dom dikin, gerîlayên PKK’ê li dijî dagirkeriyê şer dike. Ev herêm çiyayên asê ne û ne hêzên dewleta Tirk bi sedan taburên Tirkan werin nikarin van hermêman dagir bikin. Artêşa Tirk her roj li van devaran derbên giran dixwin. Gerîlayên PKK’ê derbên xurt li leşkerên artêşa Tirk didin. Tirkiye tevî hemû hêza xwe şer bike nikare herêmê dagir bike.”

‘JI BER BERJEWENDIYÊN ABORÎ RÊ DIDE ÊRÎŞAN’

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî bal kişand ser helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: “Pirsgirêka mezin ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistan rê dide dewleta Tirk a dagirker êrîş ser xaka Kurdistanê bike ye. Armanca hikûmetê ew e ku bi van êrîşan re bi dagirkirina herêmê re Başûrê Kurdistan li ser du dewletên dijminê Kurdan ên weke Tirkiye û Îranê bibe du parçe. Ji ber ku lihevkirinên siyasî û aborî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û van du welatan de heye. Ji ber ku berjewendiyên aborî li gel van dewletan heye ji bo wê nikare dengê xwe bike.

‘YEKANE RÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’

Herî dawî Pencewînî destnîşan kir ku ji bo dawîkirina van êrîşan rêya yekîtiya neteweyî bibîr xist û got: “Yekane rêya pêşîlêgirtina van êrîş û dagirkeriyê divê hemû aliyên siyasî, rewşenbîr, rûspiyên Kurd bên li gel yek helwestekî neteweyî raber bikin. Divê bi zûtirîn dem yekîtiyek di nava Kurdan de pêk bê û helwesteke nîştimanî bê nîşandan. Ji bo raya giştî ya cîhanî ji van metirsiyên li ser gel bên agahdarkirin.”