PEN a Kurd: Divê hêzên me li hev bicivin û hêza bikin yek

Rayedarên PEN a Kurd bal kişandin ser girîngiya konferansa li Hewlêrê û banga yekîtiyê li hêzên Kurd kirin.

Konferansa Aştî û Yekîtiya li Kurdistanê bi pêşengiya PEN a Kurd û bi organîzasyona Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) û Tevgera Aştiya Navxweyî (BAN) di 22'ê Nîsanê de li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê hate lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistanê gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser siberoja gelê Kurd û Kurdistanê nîqaş û nirxandinên girîng hatin kirin.

Rayedarên PEN a Kurd, konferans ji ANF'ê re nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya hêzên Kurd.

OZÇELÎK: HETA KU EM ENCAMEKÊ BI DEST BIXIN, EM Ê TÊBIKOŞIN

Hevserokê PEN a Kurd Osman Ozçelîk got, "Weke PEN a Kurd me xwest, ji bo pêkhatina aştiya navxweyî bikevin nava hewldanekê." Ozçelîk bibîr xist, dijminên Kurdan di vê demê de jî hewl didin dijminatiyê bixin nava Kurdan û got, "Ev yek ji bo gelê Kurd û Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Weke wijdanê gel me xwest dengê xwe bigihînin partiyên siyasî yên Kurd. Eger pirsgirêkek di navbera wan de hebe lazim e bi rêyên demokratîk û diyalogê çareser bikin. Me bi vê armancê konfearnsa xwe lidar xist û bawerim wê bandoreke xwe jî hebe." Ozçelîk destnîşan kir, ku ew ê hewl bidin dengê xwe bigihînin tevahiya gelê xwe yê li çar aliyên welêt û li derveyî Kurdistanê û got, "Heta ku em encamekê bi dest bixînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

YÛSIV: DENGÊ AŞTÎ Û YEKÎTIYÊ QELS BÛYE

Endamê PEN a Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, nivîskar Helîm Yûsiv diyar kir, pêkhatina vê konferansê di vê demê de gelekî girîng e, ku bûye bangek ji bo hêzên siyasî yên Kurd.

Yûsiv anî ziman, ku ew naxwazin êdî Kurd çekê li hev bikişînin û pirsgirêkên heyî jî bir êya diyalogê û danûstandinê çareser bikin.

Yûsiv got, "Di çarçoveyeke siyasî de ez vê dikarin bi vî rengî binirxînim. Lê mijara aştiya navxweyî û yekîtî, mijareke gelekî dirêj û berfireh e. Divê ji malbatê, ji gel, ji perwerdeyê dest pê bike, ku reh berde nava civakê. Armanca vê konferansê jî ev bû, ku ji bilî birayên li aliyê hev, dengekî din ê cuda heye. Bi dîtina min, ev deng jî dengê wijdanê vî gelî ye. Me dît ku ev deng, ev qîrîn di saziyên medya û çapemeniyê de timî qels e. Me xwest bê zanîn, ku li dijî yên dixwazin xwîna bira xwişk-bira birijînin, wijdanê gelê Kurd heye û ev deng wê bê bihîstin."

METÎNA: YÊN HÊVÎ JI DEST DA BE, JIYANA XWE JÎ JI DEST DA YE

Endama PEN A Kurd, bernamevan-helbestvan Roza Metîna anî ziman, ku lidarketina konferanseke bi vî rengî watedar, dereng maye û got, "Ji aliyê naverokê ve girîngiya vê konferansê ne cihê nîqaşê ye. Mîna ku ji navê konferansê jî tê fêhmkirin, ji bo pêkanîna aştî û yekîtiya navxweyî ye. Ji xwe pêwîstiya gelê Kurd bi têkiliyeke bi vî rengî ya xurt heye. Bi salane weke Kurd me nekariye yekîtiya xwe pêk bînin."

Metîna destnîşan kir, eger Kurd bibin yek û li kêleka hev têbikoşin, wê ti hêz nikaribe li ber bisekine û got, "Eger îro Rojava û Başûrê Kurdistanê karîbûna bibin yek wicûd, destketiyên nasnameya gelê Kurd wê xurtir û bi leztir bûya."

Metîna diyar kir, lidarketina konferanseke bi vî rengî di vê pêvajoyê de, karekî pîroz e û got, "Dibêjin; yên hêviya xwe ji dest bidin, jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê divê em ti carî hêviya xwe ji dest nedin."

ZINAR: DIVÊ HÊZÊN ME LI HEV BICIVIN

Endamê PEN a Kurd, nivîskar-helbestvan Rodî Zinar diyar kir, bi dehan rewşenbîr, akademîsyen, parlamenter, entellektuel û aktîvîstên beşdarî konferansê bûn bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku çekê li hev nekişînin û got, "Xwestin ku gelê Kurd û Kurdistan di nava aştî û yekîtiyê de bijîn. Divê siyasetmedar û hêzên siyasî yên Kurd rê nedin hewldanên ku gelê Kurd ji hev qut bike. Divê tovên aştiyê yên ku gel hîn bêhtir li hev dicivîne, biçînin."