Pêkhateyên Ereb xwe li ser neteweya demokratîk perwerde dikin

Li Kantona Cizîrê, mamosteyên ji pêkhateyên Ereb xwe di Akademiya Şehîd Ezîz Ereb de li ser paradîgmaya neteweya demokratîk perwerde dikin.

Li Kantona Cizîrê cara yekemîn akademiya bi navê Şehîd Ezîz Ereb di 2'ê Gulanê de hatibû vekirin. Akademî bi tevlîbûna 70 endamî dewreya bi navê şehîdên Qereçox perwerdeya xwe dimeşîne. 

Endama rêveberiya akademiya Ş. Ezîz Gulîstan Îsmaîl û endamên perwerdeyê li ser akademî û pergala wê ji ANF re axivîn. 

Endama rêvêberiya Akademiyê Gulîstan Ezîz diyar dike ku yekemîn armanca wan a avakirina vê akademiyê ew e ku ji bo pergala neteweya demokratîk li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mamosteyan ava bikin. Ezîz wiha dibêje; "Cara yekemîn e ku bi navê Ş. Ezîz li kantona Cizîrê akademî vedibe. Ev akademî ji bo pêkhateyên Ereb hatiye vekirin. Her dewreyek me ku em vedikin bi navê şehîdan lê tê kirin.  Navê vê dewreya me jî 'Dewreya Şehîdên Qereçox e.'  Armanca me ya avakirina vê akademiyê ev e, em bikaribin pergala neteweya demokratîk, li ser esasê biratiya gelan û li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo diyar dike, mirovan an go mamosteyan perwerde bikin da ku hê bêtir di nav civakê de vê fikrî belav bike. Civak bi hezaran salane di bin sîstema netewe dewlet de jiya ye. Her wiha civak hatiye perçekirin, gel ji dûr hev xistiye. Qut kiriye. Ji ber vê jî em bikaribin civakê hinekî ji vê fikrî rizgar bikin. Pergala fikrê azad ya ku xwe dispêre fikrê neteweya demokratîk, ya ku pir çandiniyê, pir zimaniyê û pir rengiyê hildide nav xwe di nav civakê de belav bikin. Li ser axa Sûrî pêkhateyên Sûryan, Kurd, Ereb dijîn. Bi salane ev civak di bin fikrê Baas de jiya bû. Di navbera Kurd û Ereban de, di navbera Ereb û Suryanan de dijminatî pêş ketibû. Di van akademiyan de yekemîn armanca me ew e ku em bikaribin civakan ji vê fikrî rizgar bikin. Em bikaribin kesayetên azad ava bikin. Avakirina şexsiyetê esas bigirin. Avakirina kadroyên ku bikaribin pergala sîstema demokratîk hê bêtir di nav civakê de bidin qebûl kirin û bidin îkna kirin." 

ARMANC AFIRANDINA KESAYETÊN AZAD E

Gulîstan Îsmaîl destnîşan dike, ku di vê akademiyê de hem jin, hem jî xort tên perwerdekirin: "Her wiha li ser esasê nirxên civakê û li ser esasê exlaq û pîvanên civakê tên perwerde kirin. Di vir de armanca me yek jî ew e ku tekîliyên jin û mêr li ser pîvanên azadiyê bidin ava kirin, ku bikaribin li ser esasê ruhê hevaltiyê, li ser esasê civakbûyînê xwe di nav civakê de bidin diyar kirin. Êdî bikaribin bandorê li ser civakê bikin û li ser derdor bikin."

 Îsmaîl wiha axaftina xwe didomîne; "Wek akademî cara yekê ye ku li Kantona Cizîrê tê vekirin. Lê wek dewreyên perwerdeyê ne cara yekemîn e. Berê jî dewreyên perwerdeyê ji bo pêkhateyên Ereb hatibûn ava kirin. Ji xwe di demê pêş de li gor pêwîstiyan em dikarin dewreyên giştî ku him kurd û him jî Ereb di nav de ve bikin. Bi vî awayî ji bo ku em bikaribin mamosteya ava bikin ji bo ku valatiyên di sîstema perwerdeyê dagrin."

MIROV FÊRÎ RÊXISTINBÛNÊ DIBE Û DIBE XWEDÎ ARMANC

Îsmaîl li ser pergala akademiyê jî wiha daxive; "Di akademiyê de dersên ku tên dayîn ev in; dersên girîngiya perwerdeyê, dersên teorî tên dayîn. Ji ber ku gelek têgîn wateyên wan her şaş hatine şîrovekirin. Em jî bikaribin van têgînan ji aliyê rast ve bidin. Dersa rojhilata navîn, dîroka sûrî, dîroka şoreşa rojava, rastiya serokatî, rejîma heqîqetê, dersê girêdayî jinê jî tên dayîn. Wek dîroka jinê, jineolojî, sosyolojiya azadiyê, pedegojî, şerê taybet, federaliyet, parastina rewa tên dayîn. Wek ku me got, kesên di vê akademiyê de hemû mamoste ne û di branşên xwe de serwext in. Bi van dersan re em dixwazin mamosteyên ku em ava bikin di her milî de fikra wî hebe ku bikaribe li gor rewşê tevbigere. Di vir de dîsa em sîstema rêxistinkirina jiyanê û ya perwerdeyê jî esas digirin. Saet 6'ê sibehê spor tê kirin. Navbera nîvro 2 saet heye û heya êvarê perwerde tê dayîn. Dîsa saeta nûçeya heye. Ev jî ji bo ku mamoste fêr bibin ku rewşê bişopînin. Saeta fîlm temaşe kirini jî heye. Dîsa saeta dersa zimanê kurdî jî heye. Ev jî li gor daxwaza wan hatiye diyar kirin. Pêşniyar ji aliyê endamên perwerdeyê ve hat kirin. Ji bo fêrî zimanê kurdî bibin. Ev jî gavek baş e ji bo aliyê herdu pêkhateyê ve jî êdî ji hev du fem kirinek çê dibe. Dîsa fêrî xwe plankirinê dibin. Bikaribin çawa li gor bernameyê xwe plan bikin. Bi vî awayî ew kesayetên ku di nav dewletê de bê armanc û bê plan hatiye hiştin vir vê ji holê rabikin û kesayet bibe xwedî armanc û plansaziyek. Kes bibe xwedî sekin, xwedî seknek ji xwe bawer bên ava kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Îsmaîl dest nîşan dike ku ev kesên ku vir perwerde dibînin mamoste ne û piraniyên wan jî di saziyên ku lê kar dikin de di asta rêveberiyê cih digirin. Bi vî awayî ev kesên ku li vir tên perwerde kirin wê hêsantir bikaribin vî fikrî baştir belav bikin û bidin her mamosteyî.  

JI BO EZ XWE NAS BIKIM HATIM AKADEMIYÊ

Endama perwerdeyê Sulêma Ehmed jî tîne ziman ku ew li ser esasê xwe naskirinê tevlî vê berwerdeyê bûye. Ehmed wiha dibêje; "Ji bo ku ez fikrê xwe pêş bixim ez tevlî vê perwerdeyê bûm. Ji bo ku ez civakê nas bikim û di civakê de çi çê dibe, dîsa ji bo ku ez rêxistinê nas bikim, fikrê azad nas bikim. Ez jinek Ereb im û ez dixwazim fikra xwe pêş bixim. Cara yekemîn e ku ji bo Ereba akademiyek wiha tê vekirin. Ji bo ku ez bikaribim di bin navê çand û exlaq de li hember zihniyeta deshilatdar bisekinim. Piştî ku ez tevlê vê perwerdeyê bûm min gelek tişt nas kir. Fikir, dîrok, rastiya jinê, li ser fikra Serokatî, civaka xwezayî min nas kir. Tekîliya di navbera jin û mêr li ser esasê hevaltî em nas dikin. Pergalek akademiyê ya pir bi rêxistinkirî heye. Ez ji hemû jin û xortên Ereb re dibêjim ku tevlî vê perwerdeyê bibin. Ji ber ku fikir pêş dixe. Berê çi qas fikir gel min hebû jî, lê piştî ku ez hatim vê akademiyê min her tişt baştir nas kir. Dema ku mirov tê vê akademiyê wek mirovên birçî ji mirov tê. Ji ber ku mirov fikir her nas dike, bêtir dixwaze fêr bibe, lêkolîn bike û nas bike. Yên ku çiqas zanebûn li gel wê hebe jî bila nebêje ez dizanim. Bila were û perwerdeya vê akademiyê bibîne. Berê min digot, ez gelek tişt dizanim. Lê dema ez hatim vê akademiyê min dît ku ez tiştekî nizanim.  Di warê fikir de ev akademî pir pêş ketiye. Ez dixwazim hemû kes, Ereb, kurd, suryan hemû bibin xwedî derfetek wisa û azad bibin." 

Endamê perwerdeyê Huseyîn Ebdil Ezîz jî spasiya xwe ji bo  kesên ev akademî kiriye dike û dibêje ku jiyana akademiyê pir xweş e û ji bo ku ew hatiye vê akademiyê pir kêfxweşe.  

Zehra Zên jî diyar dike ku ew ji bo felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike tevlî vê perwerdeyê bûye û wiha dibêje; "Ez ji bo ku felsefeya serokatî nas bikim tevlî vê perwerdeyê bûm. Ji bo ku ez bixwe vê fikra Serokatiyê pêş bikim. Min di vê akademiyê de rihê hevaltiyê nas kir. Ev akademî li ser esasê exlaq hatiye ava kirin. Dema ez zivîrim nav civaka xwe ez ê di nav civaka xwe de jî vê fikrî belav bikim. Ez ê bikaribin jiyana xwe jî pêş bixim. Ez ji hemû jinê Ereb re jî dibêjim bila werin tevlê vê perwerdeyê bibin." 

Ela îbrahîm jî wiha dibêje; "Me di vê akademiyê de rêxistin bêtir nas kir. Em jin û xort di vê akademiyê de wek xwîşk û bira, bi ruhê hevaltî bi hev re dijîn. Em li ser esasê fikra azad û wekhev perwerde dibînin û em ê di civaka xwe de jî hewl bidin vê fikrî pêş bixin." Asya ku ji bajarê Dêrikê ye van tîne ziman; "Perwerdeyek pir bi tanzîme. Ji aliyê jiyanê ve, ji aliyê tekîliya xort û jin de bi her awayî pîvanekî dide ava kirin. Taybet ez sapsiya xwe ji bo serokatî dikim ku jin anî vê astê." 

Evdilbaqî Elî dibêje ku em di vê akademiyê de ji bo guhertinekî perwerde dibînin. Ji bo guhertina feraseta zilam em perwerde dibînin. Îro civaka me ji bo pêşketinê gavek pir mezin avêtiye. Ev kademî jî wê bingehê vê guhertinê bide ava kirin.