PDK wekî dewleta Tirk mirovan direvîne!

Hêzên asayîşa girêdayî PDK’ê 20 kesên ku di 11’ê Cotmehê de ji Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diçûn Hewlêrê revand.

Asayîşa PDK’ê di 11’ê Cotmehê de 20 Kurdistaniyên ji Kampa Mexmûrê diçûn Hewlêrê revand.

20 kesên ku bi sê wesayîtan ji Kampa Mexmûrê ketibûn rê û beriya ku têkevin Hewlêrê asayîşa PDK’ê ew li benda kontrolê sekinand.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Karê Derve ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî daye ANF’ê ji nav 20 kesên hatien revandin,5 jê jin û 15 jê mêr in. Hate diyarkirin ku 5 xwendekar in û yên din jî karker in.

Paralelî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk vê gava PDK’ê jî balkêş e.

KESÊN HATINE REVANDIN

Navê kesên ku hatine revandin wiha ye:

1. Hacî Yildirim

2. Aycan Çelebî

3. Seîd Kara Abdulla

4. Abdulkerim Kara Yusif

5. Sadiq Bulut Ehmed

6. Aydin Apaydin

7. Orhan Bulut

8. Rûken Ustun

9. Karoş Rustem

10. Şivan Mihemed

11. Zilan Salih

12. Qeder Salih

13. Mahîr Spêrtî

14. Xurbet Tunç

15. Rûbar Sadiq

16. Êhsan Şêx Silêman

17. Eşref Korhan

18. Yusuf Cemal

19. Delîl Çiya