PDK û YNK tenê du rojan li hev man!

PDK û YNK'ê li ser wezaretên li Bexdayê, walîtiya Kerkûkê û avakirina hikumeta nû ya herêmî di nava hefteyê de li hev kiribûn. Ev lihevkirin berî ku ji aliyê Polîtburo ya YNK'ê bê îmzekirin, têk çû.

YNK û PDK'ê demeke dirêj li ser wezareta edaletê ya Iraqê ku ji Kurdan re hatiye dayin, walîtiya Kerkûkê, serokatiya parlamenta herêmî û avakirina hikumeta nû hevdîtin dikirin.

Endamên polîtburo yên her du partiyan, 15'ê Sibatê destpêkê li Silêmaniyeyê li hev civiyan. Piştî vê civînê Berdevkê PDK'ê Mahmûd Mûhammed û Berdevkê YNK'ê Sadî Ahmed Pîre civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin û ragihandin ku her du partiyan ji bo çareserkirina gelek pirgirêkan bi rengekî berfireh li hev kirine.

Peymana ku navbera her du partiyan hate amadekirin, piştî ku ji aliyê Polîtburo ya YNK'ê ve bihata îmzekirin wê biketa meriyetê.

Di çarçoveya peymanê de wê wekîlên partiyan tevlî vekirina parlamentê ya roja Yekşemê bibûna. Her wiha piştî vekirina parlamentê wê 18'ê Sibatê jî bi pêşengiya her du partiyan meclîsa bajêr a Kerkûkê bihata civandin û waliyê nû yê Kerkûkê bihata hilbijartin.

PDK'Ê BI GORAN RE JÎ LI HEV KIR!

Di saziyên çapemeniyê yên PDK û YNK'ê de jî bi rengekî berfireh hate ragihandin ku bi YNK'ê re lihevkirineke berfireh hatiye kirin. Rojek piştî vê peymanê, PDK'ê bi Tevgera Goran re peymaneke cuda ya siyasî çêkir.

Ev lihevkirina siyasî ku bêyî haya YNK'ê hate kirin, bû sedema xerabûna peymana navbera her du partiyan.

Rayedarên payebilind ên YNK'ê diyar kirin, ji ber ku PDK'ê bêyî haya wan jê çêbibe bi Goran re li hev kiriye, ew ê tevlî rûniştina parlamentê nebin.

CIVÎNA LI MALA KOSRET RESÛL

Piştî lihevkirina PDK û Goranê, PDK'ê heyetek şand mala Kosret Resûl a li Hewlêrê ji bo bi rayedarên YNK'ê re hevdîtinê bike.

Tê gotin, heyetê ji Kosret Resûl û rayedarên din ên YNK'ê xwestiye ku YNK'yî tevlî rûniştina parlamentê ya roja Yekşemê bibin, lê belê Kosret Resûl û hevalên wî diyar kirin ku ji ber lihevkirina bi Goran re wê tevlî rûniştinê nebin.

GELO WÊ PARLAMENT KARIBE BICIVE?

Piştî ku YNK'ê ragihand wê tevlî rûniştina parlamentê nebe, vekirina parlamentê ji bo demeke ne diyar hate taloqkirin. Hîn aliyan daxuyaniyeke fermî nedane ku wê rûniştinên parlamentê pêk werin yan na.