BI DÎMEN

PDK qedexe kir ku meşvanên Meşa Dirêj bikevin Hewlêrê

Hêzên asayîşê yên PDK’ê qedexe kir ku ciwanên komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin, bikevin Hewlêrê. Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Perwez Rifrat got ew ê sibehê xwe bigihînin deriyê Hewlêr û xwest ku tevlêbûneke xurt çêbibe.

 

 

4 Tevgerên Ciwnan ên Başûrê Kurdistanê ku 10’ê Sibatê bi dirûşma ‘’Em bi agirê tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe bikin, Rêbertiyê azad bikin’’ ji Silêmanî ber bi Hewlêrê ve bi mebesta şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê dest bi meşê kiribûn, asayiya PDK’ê diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku bikevin Hewlêr.

Perwez Rifat têkilarî hevdîtina xwe ya bi asayişa PDK’ê re ji ANF’ê re axivî û got: ‘’Dema ku me dest bi vê meşê nekirî me serî li Walitiya Silêmanî û asayişa Silêmanî da. Pir germ nêzîktiyeke li me kirin û gotin alîkariya ku hewce be ew ê bidine wan. Her wiha gelê Silêmanî bi coşekê heta vir em pêşwazî kirin. Her wiha di serlêdana Walitiya Kerkûkê û asayişê de jî bi germî em hatin pêşwazîkirin û gelê navend û derdora Kerkûkê bi germî em pêşwazî kirin.

WALÎTIYA HEWLÊRÊ DIVÊ ASTENGAN DERNEXÎNE

Rifat diyar kir ku tişta ku ew ji Walitiya Hewlêrê û asayiya wê hevî dikin ew e ku weke ya Silêmanî û Kerkûkê nêz bibin, heman bihîstyariyê nîşan bidin û ev bang kir: ‘’Bi heman mebestê me serî li Walîtî û asayişa Hewlêrê jî da, lê wan got ku ew ê destûr ênedin. Çalakiyên ku hetanî niha me kirin pir bi aramî û bi aştiyane derbas bûn û encamên wan jî pir erênî bûn. Ji bo vê jî em careke dî banga xwe dubar dikin. 15’ê Mehê em ê bigihin deriyê Hewlêr. Em li bendê ne ku gelê me bi xurtî me pêşwazî bike. Her wiha walitiya Silêmanî û Kerkûkê, asayiya wan çawa nêzîk bûbûn, destûr dabin, em dixwazin Walitiya Hewlêrê jî û asayişya wê jî wiha nêzîk bibe.’’