PDK nahêle meşvan derbasî nava Hewlêrê bibin

PDK'ê ferman da asayîşa xwe û bi vî rengî nehişt ciwanên Meşa Dirêj derbasî nava Hewlêrê bibin.

Ciwanên ku danê vê sibehê ji bajarokê Pirdê berê xwe dan hewlêrê, li benda kontrolê ya asayîşê ya li Pirdê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin sekinandin. Destûr ji ciwanan re nayê dayîn ku derbas bibin.

Ji ber vê astengiyê, li ser navê meşvanan heyetekê bi asayîşê re rûnişt. Asayîşê ji heyetê re ragihand, ku ferman ji wan re hatiye dayîn ku divê nehêlin meşvan derbasî nava Hewlêrê bibin.

Heyeta ciwanan jî ev astengî şermezar kirin û dan xuyakirin, ku heta hêzên asayîşê rêya Hewlêrê vekin, ew ê li ber benda kontrolê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Bi qasî 200 meşvan li ber benda kontrolê ya Pirdê çalakiya xwe didomînin.