PDK li qada Heftanîn-Metînayê li pey provokasyonê ye

PDK li qada Heftanîn-Metînayê li pey provokasyonê ye, ku qada navborî herêma gerîla ye. Tê gotin, Serbest Lezgîn ê ku Şengal bêparastin hişt û reviya û berpirsyarê hêzên Zêrevan Ezîz Weysî amadekariya provokasyonê dike.

PDK a ku Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk kiriye û li dijî tevgerên Kurdan bi taybetî jî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi dagirkeran re tevdigere, dema ku dewleta Tirk tengav dibe, ew bi xwe dikeve dewrê. Piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi berxwedana gerîla hatin rawestandin, PDK hewl dide Iraq û YNK'ê bixe nava lîstikên xwe û hin herêman dagir bike.

'DIXWAZE IRAQÊ JÎ TEVLÎ PLANA XWE YA QIRÊJ BIKE'

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, ji berpirsyarên leşkerî yên PDK'ê Serbest Lezgîn û Ezîz Weysî ji destpêka meha Cotmehê ve ji bo li qadên gerîla provokasyonê bikin, kar dikin.

Serbest Lezgîn û Ezîz Weysî dixwazin hêzên ewlehiya sînor ên Iraqê jî tevlî provokasyonên xwe bike. Roja 15'ê Cotmeha 2020'î tevî ji berpirsyarên Fermandariya Pêşmergeyan a PDK'ê ya Duhokê Şêx Elo û Serbest Lezgîn, berpirsyarê hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsyarê herêmê yê Parastin ê bi navê Brûst, li gel heyeteke leşkerî ya ser bi hikumeta Iraqê û heyetek ji îstîxbarata dewleta Tirk konvoyek ji 30 wesayitî saet di 13:00 de derbasî nehiya Kanîmasî bû.

Hate ragihandin ku van kesan li baregeha Kanîmasî ya Muxafizên Sînor ên Iraqê civîn pêk anîne. Di vê civînê de ji hêzên ser bi artêşa Iraqê hate xwestin ku hin herêmên li xeta Kanîmasî-Zaxoyê kontrol bikin û li dijî Tevgera Azadiyê di karê îstîxbaratê de bi wan re bixebitin. Hewl didin ku hêzên Iraqê jî tevlî polîtîkayên xwe yên qirêj bikin.

ARMANC: HEWL DIDE PÊŞMERGE LI DIJÎ GERÎLA BIDE ŞERKIRIN

Berpirsyarê îstîxbarata leşkerî ya giştî ya PDK'ê kesê bi navê Brûst ku di wê heyetê de cih digirt, hate ragihandin ku piştî civînê agahiyên qirêj ên bi gotina 'gerîla wê êrişî pêşmergeyan bike' belav kiriye. Bi vî rengî hewl didin ku pêşmerge li dijî gerîla bidin şerkirin û hêzên pêşmerge yên li herêma Zaxoyê li qadê belav kirine. Li gorî agahiyan, PDK bi van gotinan hewl dide hêzên xwe derbasî herêmên Metîna û Heftanînê bike.

Her wiha tê gotin ku li qada Metîna-Heftanînê li cihên ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine girtin, wê di nava çend rojên bê de hêzên Zêrevan ên ser bi Ezîz Weysî bên bicihkirin.