PDK li Metîna baregehên nû çêdike û xwe bi cih dike

PDK dev ji povakasyonên xwe bernade vê carê jî hêzên bi ser PDK’ê ve baregehek nû li Gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî avakirine. Balkêşe bi cihbûna hêzên PDK’ê re liv û tevgera artêşa Tirk jî zêdetir dibe.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwe cihî hatine girtin, hêzên bi ser PDK’ê ve baregehek nû li Gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî avakirine.  Li vê baregehê û gire nêzî gundê Tirwanêş hêzên xwe kom kiriye û wesayîtên xwe yên zirxî jî li gel xwe anîne.

Dîsa li gorî heman çavkaniyan li herêma Metîna ku di dema dawî de gelek liv û tevgera PDK li wir pêş dikeve gelek wesayîtên zirxî derbasî xalên wan ku di pêvajoya dawî de hatine girtin bûne. PDK li herêma Metîna hêzên xwe kom dike û di nav liv û tevgereke mezin de ye.

Di heman demê de di saet 23:30’an de sê helîkopter hatin baregeha dewleta Tirk Kanî Masî ya Baroxê. Ji bejahî û hewayî ketina nav liv û tevgerê ya PDK û dewleta Tirk balkêş e û gelek pirsan bi xwe re tîne.