PDK ji Germiyanê jî reviya

Pêşmergeyên PDK’ê piştî Kerkûk, Mexmûr û Şengalê ji herêma Germiyanê jî reviyan.

Hewldanên PDK’ê yên ku axa Başûrê Kurdistanê dide hêzên Heşdî Şabî didome.

PDK ya ku duh Kerkûk, bi şev jî kozikên xwe yên li Mexmûr û Şengalê teslîmî Heşdî Şabiyê kir, îro ji Germiyanê jî reviya.

Hat ragihandin ku PDK’ê Xaneqîn û derdora wê bêyî ku şer bike teslîmî Heşdî Şabiyê kiriye.

GERMIYAN KU DER E?

Herêma Germiyanê ya ku girêdayî Silêmaniyê ye, herêma herî mezin a Başûrê Kurdistanê ye.

Germiyan sînorên xwe bi Iraq û Îranê heye. Li derdora wê jî bajarokên bi navê Kelar, Çemçemal, Dûzxûrmatû, Kerkûl, Kifrî û Perwîsxan heye. 

Li gorî texmînan nêzî milyonek nifûsa wê heye û 185 kîlometreyan dûrî Silêmaniyê ye.