PDK’ê tank sewqî Şengalê kirin

Hat diyarkirin kuy PDK’ê, tank sewqî Şengalê kir û hêzên xwe li herêmê zêde kirin.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), ji herêma Rebîayê sewqiyata tankan û hêzê ji bo navenda bajarê Şengalê kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin, PDK’ê di saetên sibehê de 6 tank ji Rebîayê birin li Şengalê bi cih kirin.

Hat diyarkirin ku li navenda Şengal û derdorî wê tevgera zêde a leşkerî heye; hat destnîşankirin ku ji herêma Rebîayê gelek tank û wesayîtên zirxî hatine amadekirin ku bişînin şengalê.

Herêma Rebîa di navbera rojavayê Mûsilê û Rojava-Bakurê Sûriyeyê û Hesekê de cih digire. Dema çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2013’an êrîş kirin, pêşemergeyên PDK’ê ev herêm hêla ji DAIŞ’ê re û piştre şervanên YPG/YPJ’ê li xeta Rebîa- Ceza korîdorekî mirovî vekirin, xwe gihatinin Şengalê û sivîl derbasî Rojavayê Kurdistanê.

Piştî hevdîtina hemwext a Berpirsê Sîxûriyê ya PDK’ê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirk Erdogan a li DYA’yê pêk anî û şûnde, ev sewqiyat bal kişand.

Di hevdîtina li DYA’yê de Mesrûr Barzanî bi van gotina gef li Şengalê kiribû: “PKK pirsgirêka xwe dixîne nava sînorên Kurdistanê. PKK, dibe sedem ku Şengal û derdorî wê neyê avakirin. Divê PKK rêz bide rêveberiya herêmê. Divê PKK bi rêya aştiyê ji Şengalê derkeve.”

Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê PDK’ê ya meha Sibatê ya Tirkiyeyê û şûnde, çeteyên girêdayî PDK’ê li dijî Êzidiyên li navçeya Xanesor a Şengalê êrîşek lidar xistibûn. 22’yê Nîsanê jî artêşa Tirk bi balafirên şer êrîşî Şengal û Rojava kiribû. Piştî êrîşan jî PDK’ê PKK sûcdar kiribû.