PDK’ê saziyên xwe yên medyayê xistiye bin xizmeta Tirkiyeyê

Piştî ku berpirsê Herêma Federal a Kurdistanê yê MÎT’ê hate kuştin PDK ji bo ku xwe li ber dilê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê xwe şîrîn bike, sazî û dezgehên medyayê jî xistiye bin xizmeta Tirkiyeyê.

PDK’ê bi saziyên medyayê yên di destê xwe de dest bi weşanên wekî ‘Anadolûdan Gorunum’ a TRT’ê jî kir.

Tevgera Azadiyê ya Kurdan du sal berê li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê du rêveberên MÎT’ê girt. Piştî demekê mikurhatên endamên MÎT’ê hatin weşandin. Endamên MÎT’ê qala çalakiyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên xwe yên rizandinê dikirin. Xebatên endamên MÎT’ê ne bi tenê ew tiştên hatine weşandin e.

Tevgera Azadiyê ya Kurdan hin beşên mikurhatinan ên ku nehatine weşandin û hin partiyên li Başûrê Kurdistane eleqedar dike, yekser ragihand ji mûxataban re. Tevgera Azadiyê ya Kurdan li gorî mikurhatinên rêveberên MÎT’ê hin operasyon jî kir. Jixwe di dosyeya Kurmê Darê ya Stêrk Tv jî tê fêmkirin a ku di rojên dawî de hatibû weşandin.

Di bernameya Kurmê Darê de endamên MÎT’ê û sîxurên wan qala astengkirin û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan dikin. Di mikurhatina de qala xapandinan dikin û diyar dibe ku sînorekî exlaqî jî nas nekirine.

XÎRETA KU DIXWAZIN NOKERIYÊ REWA BIKIN

Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan çalakiyên MÎT’ê yên ku xisarê dide her çar parçeyên Kurdistanê û dixwaze têkoşîna Kurd û Kurdistanê ji hundir de birizîne, dest bi deşîfrekirina wê kir, berpirsê herêma Federal a Kurdistanê yê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin.

PDK’ê vê çalakiya ciwanen Kurd, ji bo xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike, ji xwe re bi kar anî. PDK’ê nokeriya Tirkan rewa kir, piştî ku ciwanên Kurd zeft kir û diyar kir ku ciwan sûcdar in û xwestin wan teslîmî Tirkan bikin. Li Başûrê Kurdistanê kesên ji Bakurê Kurdistanê kir hedef û girte ser malên wan, agahî ji gelek kesan hê nayê stendin.

WEKÎ ‘ANADOLÛDAN GORUNUM’Ê

PDK’ê bi saziyên medyayê yên di destê xwe de dest bi weşanên wekî ‘Anadolûdan Gorunum’ a TRT’ê jî kir.

Ji aliyekî ve îddîa dike ku ciwanên destgîr kirine, li xwe mikur hatine û ji aliyê din ve jî milîtanên Tevgera Azadiyê ya Kurdan deşîfre dike û wan dike hedef. Di destê wan de derbarê gerîlayan çi qas agahî hebe, dixwazin têkiliya wan û kuştina berpirsê MÎT’ê Osman Kose çêbikin.

Ev tişt gelekî zelal tê dîtin. PDK bi sazî û weşanên di destê xwe de wekî şaxeke dewleta Tirk tevdigere û di vê xîreta xwe ya xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike, tu sînoran nas nake. Di nav gelê Başûrê Kurdistanê de jî, wisa tê xuyakirin: Vê tişta li ser navê Kurdbûnê tê kirin, şerm e!