Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre gundiyan, PDK'ê bi fermana dewleta Tirk rêya 53 gundên herêma Bradostê ya ser bi wîlayeta Hewlêrê birî.
Hate ragihandin ku PDK'ê bi tûmikên ji axê rêya gundan girtiye û ji bo ketin û derketinê asteng bike, hêzên pêşmerge yên ser bi Fermandariya Helgûrtê bi cih kiriye.
Têkildarî "ketin û derketina gundan" hişyarî hate dayin. Hin ji gundên ku rêyên wan hatine girtin wiha ne: Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên bajarokê Sîdekanê.
Li gorî Rojnewsê, dewleta Tirk j PDK'ê xwestiye ku hişyariyê bide gundên li herêmê, naxwe wê bi êrişa hewayî li herêmê bixin.
Girtina rê, gundî xiste nava zehmetiyê ku debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin. Gundî nikarin biçin bax û baxçeyên xwe, nikarin heywanên xwe biçêrînin.