'PDK'ê civak bê hêvî kiriye; êrişên li ser destketiyên Kurdan jî zêde kiriye'

Bêwar Unver diyar kir ku PDK bi siyaseta xwe ya şaş civak bê hêvî kiriye, ji rêveberî û hikumetê dûr xistiye û got, ji ber vê siyasetê êrişên li ser destketiyên Kurdan zêdetir dibin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û dîsa navxwe û anî ziman, ku PDK bi vê siyasetê bêhîvîbûn di nava civaka Başûr de daye çêkirin û bi hevkariya xwe ya li gel Tirkiye ya li ber hilweşînê ye, dike ku destketiyên ne tenê Başûr ên giştî Kurdistanê ji dest biçe.

ŞERÊ DESTHILATÊ YÊN HÊZÊN HEGEMON

Unver qala şerê desthilatê û hêzên hegemon kir ku çawa sûdê ji vê digire û got: “Niha li cîhanê kaoseke mezin heye. Hêzên modernîteya kapitalîst li ser van krîz û kaosan dijî. Çiqas krîz, kaos hebe ewqas xwe bide jiyîn. Taybetmendiyên wê yên esas ên van hêzan ev in. Li ser vê bingehê hatine avakirin. Ji bo xwe ji guherîn û veguherînên çêdibin rizgar bike; nûbûnek çêbike, wê hîn zêdetir bi rêbazên şer û krîzan kûr bikin, kar dikin.”

‘TIRKIYE HEM DIXWAZE JI NATO Û HEM JÎ JI REWŞÊN HEYÎ SÛDÊ BIGIRE Û PROJEYA OSMANIYA NÛ PÊK BÎNE’

Endamê Komîteya Dîplomasî ya Mexmûrê Bêwar Unver bal kişand ser rola Tirkye ya li herêmê û sûdgirtina wê ya ji lewaziyên heyî û wiha domand: “Tirkiye dixwaze du alî hem aliyeke Ewropa NATO û hem jî aliyê pîlan û projeya xwe ya Osmanî sûdê ji van krîz û nakokiya bigire û bixe meryetê. Ev tevlîheviya niha rû didin li Ewropa yek jî destê Tirkiye li nav e. Bi taybet di avakirina hêzên çete, bû sedem ku sîstema aborî û hikûmî serobin bibe. Ji hemûyan girîngtir hewldanên dewleta Tirk a li ser Iraqê pir taybet nêzîk dibe.

‘NATO, EWROPA Û DEWLETÊN HERÊMÊ JI MUDAXELEYÊN TIRK A IRAQÊ NERAZÎ NE’

Herî dawî Erdoga bi xwe da diyarkirin, mudaxeleyek li Iraqê bike. Destwerdanê li avabûna hikûmeta nû bike. Valatiyek a rêveberiyê û bê îradebûnê heye, ji bo wê dewleta Tirk dixwaze sûdê ji vê bigire. Bi taybet bi hêzên hevkar re yên li Iraqê, PDK û dîsa beşek hêzên Sûnne yên li Iraqê demên dawî, li gorî pîlan û berjewendiyên dewleta tirk tevger dikin, dixwaze bi destê wan xwe li Iraqê bicih bikin. Me got dewleta Tirk temsîla pergala NATO’yê dike, bixwe jî endam e. Ji bo wê dema mudaxeleyî Iraqê bike, hêzên NATO û sîstema navneteweyî ji bo xwe xeter dibîne, ew hêz jî qebûl nakin. Îran ji vê rewşê ne razî ye. Bi hemû hêza xwe dide diyarkirin wê li ber vê rawest e, herî dawî me dît jî, êrîşên li ser Hewlêr, encamên bi xwe re bîne wê ji bo Başûrê Kurdistanê pir xeter be. Cardin ji bo Iraqê xeter be.”

‘PDK'Ê CIVAK BÊ HÊVÎ KIRIYE, EV JÎ DAGIRKERIYA LI BAŞÛR ZÊDETIR DIKE’

Unver bal kişand ser siyaseta PDK ya dijminane ya hem li gelê Kurd û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û wiha pêde çû: “Ji ber siyaseta şaş ya PDK’ê, bê vînabûna li Başûrê Kurdistanê daye çêkirin, di civaka Başûrê Kurdistanê û li nava gel bê hêvî çêkiriye, ev dibe sedema ku li Başûrê Kurdistanê gel bi xwe, civak bi xwe, xwe di rêveberiyê û hikûmeta nû çêbibe vîna xwe nebîne, temamî û hikûmetekî sembolî zêdetir bi hikûm û biryarê partiyeke û binemalekê tê birêvebirin. Ji xwe civaka Başûr ji ber vê siyaseta qirêj a PDK’ê di nava krîzê de ye. Li başûr krîza mafê mirovan heye. Mafê dijmin û hêzên dagirker ên Kurdistanê heye li Başûr kar bikin, lê mafê welatparêz û şoreşgerên Kurd nîne. Ev mijarek pir sosret û nakok e. Di civaka Kurdistanê de bê hêvîbûn hatiye çêkirin. Başûrê Kurdistanê bûye navenda hêzên derve, li vir operasyonan li welatên din bikin. 

‘BAŞÛR BÛYE NAVENDA HÊZÊN DAGIRKER ÊN DIBÊJIN; ‘EM Ê KURDAN TINE BIKIN’

Encama polîtîkaya şaş a PDK’ê ku wiha dewam bike, wê her biçe rewşa Başûrê Kurdistanê bikeve xeteriyê. Jixwe piştî referandûma serxwebûna statûya Başûr di nîqaşê de ye, weke erdnîgarî ji sedî 51’ê xaka wê ji dest çû. Tevî vê jî, hê jî PDK siyaseta ku dimeşîne, ne di xizmeta destkeftiyên Başûrê Kurdistanê de ye, ne jî di berjewendiya gelê başûr de ye. Em hê jî dibînin PDK têkiliyên xwe yên bi hêzên dagirker re gihandiye asta herî jor. Başûrê Kurdistanê vegerandiye, navendên hêzên dagirker ên ku rojane derdikevin dibêjin; ‘em ê gelê Kurd tine bikin, em ê destkeftiyên ên heyî ji holê rakin’. Heman hêzên PDK pêre didin distînin, ti rêz nade wan. Tirkiye ti rêz nade Başûr jî, nade rêveberiya Başûr jî. Hevdîtinên herî dawî yên rêveberên PDK’ê yên li Tirkye, ne di warê protokol de û ne jî sembola Başûrê Kurdistanê de, heta ala Iraqê jî nehate danîn, ev peyameke eşkereye dide nîşandan ne hikûmeta başûr û ne jî dewleta Iraqê û hikûmeta Iraqê ya heyî nas dike. Ji vê jî tê famkirin, pîlansaziya delweta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê pir berfirehe. Dewleta Tirk vê yekê pir vekirî diyar dike. Dagirkirina xeta Mûsil, Kerkûk û Tilehfer bi giştî dixwaze mîrateya dewleta Osmanî bi Osmaniya Nû bi nav dike dagir bike.”

‘XETERIYEK MEZIN LI SER BAŞÛR HEYE’

Unver anî ziman ku ev siyaseta PDK bi dagirkeran re dimeşîne, zirareke pir mezin dide destkeftiya Başûrê Kurdistanê û got: “Ev ji bo başûrê Kurdistanê pir xetere. Divê gelê başûr hemû partiyên siyasî û hêzên Başûrê Kurdistanê bibin xwedî helwest. Tenê ji bo berjewendiyên xwe yên binemalî û hîzbî, destkeftiyek ewqas mezin ê gelê Kurd ku bi berdêlên giran û şehîdan, bi dehan enfal û qetlîaman hatin avakirin, divê ev yek bi ti awayî qebûl nekin, dem û cih bertekên pêwîst were nîşandan. 

‘PDK PIŞT DAYE DEWLETEK DIJMINÊ KURDAN KU LI BER HILWEŞÎNÊ YE’

Hevkariya bi dagirkeriyê re bandoriyên xwe yên yên li Başûrê Kurdistanê zêdetir, giştî bandorê li Kurdistanê dike. Êrîşên li ser Rojava, li Bakur û li ser Şengal û Mexmûrê bi giştî encama vê hevkariya qirêj tê kirin. Dewleta Tirk bi xwe di hundirê xwe de krîzeke siyasî û civakî heye. Taybet di hêla dîplomasiyê de, di nava krîz û kaosê de ye. êdî îmaja xwe nemaye. Dewleteke bi xwe ber bi rûxînê ye, lê aliyê başûrê Kurdistanê xwe bi wan girêdaye û pê girtiye. Ji bo ev dewlet nehilweşe. Dewleteke dagirker ê bi sedan sale li Kurdistanê dagirkeriyê dike hevkarî pêre dike, ji bo wê tavilê PDK dev ji vê siyaseta xwe ya şaş berde. Em weke gel her ferdeke Kurd li kûderê dibe bila bibe, xwedî li başûrê Kurdistanê derbikevin. Başûrê Kurdistanê destkeftiyê gelê Kurd, ne destkeftiyê binemalî, hîzbî û partiyeye.”

‘DEMA ÊRÎŞ LI HEWLÊRÊ BE BANGA YEKÎTÎ DIKE, LÊ ROJANE ÊRÎŞ LI KURDISTANÊ TÊ KIRIN; PDK JI DERVEYÎ XWE TI HÊZ NEHIŞTIYE KU BERTEK NÎŞAN BIDE’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver bal kişand ser êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê û bangê PDK’ê ya li ber êrîşan bibin yek û helwest jî ev nirxandin kir: “Dema êrîş li ser Başûrê Kurdistanê dibe, taybet li ser Hewlêr çê bû, daxuyaniyên PDK’ê bi xwe çêbûn. Êrîşên wiha rojan e li Kurdistan, li Şengal, Mexmûr û Rojava çêdibin, lê ti daxuyanî û bertekên rayedarên PDK’ê nebûn. Ji bo êrîşa li ser Hewlêr diyar dikin ku divê hemû Kurd bibin yek û xwedî helwest. Ji xwe hêzên Kurdistanî li başûr nehatiye hiştin, ji derveyî PDK’ê û hêzên desthilatdar ti hêzek din ê Kurdî ku bikare bibe xwedî îrade û însiyatîf û bertek nîşanî van rewşên li Başûrê Kurdistanê, nehiştiye. Hêzan hêzên Başûrê Kurdistanê heye li hemberî vê bibe xwedî helwest û nerazîbûn nîşan bide.

‘JI BO JI VÊ RIZGAR BIBE, DIVÊ POLÎTÎKAYA XWE YA MIJARA YEKÎTIYA NETEWÎ LI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE’

Divê destpêkê polîtîkaya xwe yên bi hêzên Kurd re bi taybet li ser mijara yekîtiya netewî li ber çavan re derbas bike. Zextên li ser van hêzên Kurdî were sekinandin ku bikare ne tenê li ber êrîşên li Başûr li hemû êrîşan bibe xwedî helwest.”

Herî dawî Unver diyar kir ku Newroz ji bo me Kurdan serhildan e, ji bo vê divê hemû gelê Kurd li ber zilm û dagirkeriyê bibe xwedî helwest û bertekan.