PDK berê ciwanên Êzidî dide derveyî welêt

PDK ku sala 2014’an xelkê Şengalê rû bi rûyê fermanê hişt û reviya, niha jî ji bo ciwanên Êzidî venegerin ser warê xwe, bi polîtîkayên cuda berê ciwanan dide derveyî welêt.

Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an civaka Êzidî rû bi rûyê fermanê hat. Bi deh hezaran Êzidî neçar man ku koç bikin û piraniya wan li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Ev 9 sal in PDK’ê civaka Êzidî li wan kampan zîndan kiriye. Yek ji sedemên sereke ya fermana 2014’an PDK bû.

Bi hatina 9'emîn salvegera Fermanê gelek ji malbatên Şengaliyan ku li kampên Başûr biryara xwe dan ku vegerin ser cih û warên xwe, lê PDK li hember wan dibû asteng û deriyê sînor li hember ciwanan vekir da ku koçî derveyî welat bikin. Li gor hinek daneyên ne fermî ji sala 2014'an û vir ve 10 hezar Êzidî û bi taybet Şengalî koçî derveyî welat kirine.

Dewleta Tirk û bi hevkariya PDK'ê rê dide ku xelkê Şengalê koçî Ewropayê bike û rojane ji kampên Başûr kom bi kom derdikevin. Di dîroka 6'ê Tebaxa Îsal de komek ji wan wargehan xwest di peravên navbera Tirkiye û Yewnanistanê de derbas bibe, lê jendirmeyên Tirkiyeyê rê neda wan û xwest wan bigire. Lê Ciwan teslîm nebûn û reviyan. Aqûbeta yek ji ciwanên reviyan Xêrî Nayîf Milko ku xelkê Şengalê ye, hîna jî nayê zanîn. Milko li Komalgeha Dîgurê sala 1990'an ji dayik bûye.

Malbata Xêrî dibêje ku ew di rûbarê Êfros ê di nava Tirkiye û Yewnanistanê de winda bûye û ji wê demê heya niha ti agahî jê nayê girtin.