Patrîk Sako êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Patrîkê Keldanî Loûîs Raphael Sako diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de yên li ser Başûrê Kurdistanê gelê Keldan û Asûrî dibin hedef û êrîş şermezar kir.

Serokî dînî yê Keldaniyan yên asta herî jor Patrîkê Keldaniyên Babîlê Loîs Raphael Sako êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Sako ev êrîşên dewleta Tirk ji ajansa fermî ya Dêra Katolîk a Vatîkanê ya bi navê Fîdesê re nirxand û diyar kir ku divê ev êrîş werin sekinandin. Sako bal kişand ser vî tiştî ku li herêmên ku dewleta Tirk bomberdûmanê dike gelê Xirîstiyan ên civaka Keldanî û Asûrî jî hene û sivîl dibin hedef.

Serokê dînî yê Keldaniyan qala êrîşa çend roj berê kir a ku 5 kesên sivîk hatibûn qetilkirin.  Sako diyar kir ku ew nizane armanca van êrîşên Serokkkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan çi ye û bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrîşan jî rexne kir.

Loûîs Raphael Sako li bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê û ji sala 2003’a heta 2013’an li Kerkûkê Serpîskoposê Katolîk ê Keldanî bû. Sako di sala 2013’an de bi navê Patrîkê Babîlê bû serokê dînî yê asta herî jor ê Keldaniyan.