Partiyên siyasî: Gelê me, yekîtiyê ji me dixwaze

Nûnerên partiyên siyasî yên ku di komxebata yekîtiya neteweyî de axivîn diyar kirin ku gelê Kurd ji wan avakirina yekîtiyê dixwaze.

Di komxebata yekîtiya neteweyî de ya ku KNK li Silêmaniyê li dar dixe, nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyan axivîn. Axaftinên partiyên siyasî wisa ne:

‘EM YEK IN, ARMANCÊN ME YEK IN’

Li ser navê heyeta YNK’ê Nermîn Osman: “Belkî sedsaleke din em ê nikaribin firsendeke wisa bi dest bixin. Ji bo me yekîtî gelekî bi qîmet e. Tekane riya ku em qala kêşeyên xwe yên navxweyî bikin, diyalog e. Kêşeyên me yên navxweyî nayê vê wateyê ku di kêşeyên neteweyî de em ê bêhelwest bin.

Çavê her çar parçeyê Kurdistanê îro li ser me ye. Em yek in, armanca me yek e. Roj bi roj ji bo stendina mafên xwe em gavên mezin diavêjin. Bi saya gerîla, pêşmerge û şervanan em van gavan diavêjin. Ez wan silav dikim.”

ŞENGAL DIYAR KIR KU YEKÎTIYA ME QELS E

Endama Koma Jinên Kurdistanê Besê Erzîncan: “Duh salvegera rojiya mirinê ya çar rêhevalên me yên li Zindana Amedê ye. Roja beriya wê jî salvegera şehadeta Dr. Qasimlo bû. Bi bibîranîna şehîdên her çar parçeyan ez dixwazim dest bi axaftina xwe bikim. Ez dixwazim qala rola jinan a di yekîtiya neteweyî de bikim. Di sedsala 21’emîn de jinan di warê siyaset, şer û ekonomiyê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Parçebûna Kurdistanê herî zêde jin parçe kir. Lê jinên Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe, derbên mezin li vê parçebûnê dan.

Em jinên Kurd, yekîtiya neteweyî tiştekî hewce dibînin. Ji ber ku yekîtiya me tune bû, çend sal berê jinên Êzidî hatin qirkirin.”

GELÊ KURD DENGEKÎ HEVPAR JI ME DIXWAZE

Li ser navê Goranê Aras Welî: “Îro ji her tiştî wêdetir, gelê Kurd pêdiviya wê bi yekîtiya neteweyî heye. Ji bo dengekî hevpar divê em bibin yek. Rewşa li Rojava ya siyasî û leşkerî dengekî hevpar ji me dixwaze. Îro li Başûrê Kurdistanê referandûmek heye. Lê em dibînin ku referandûm ji bo armancên siyasî tên bikaranîn. Divê serxwebûn armancek be ne amûrek.”

JI YEKÎTIYA NETEWEYÎ LI GORISTANÊN ŞEHÎDAN ÊN ROJAVA BINIHÊRIN

Li ser navê partî û saziyên Rojava Asya Ebdullah: “Beriya her tiştî ez li ber şehîdên azadiyê kemberbest dibim. Hemû berxwedêrên li her çar parçeyan silav dikim. Li hemberî koletiya ku mêtinger li ser me ferz dikin, têkoşîna bi giyanê neteweyî li ber me heye.

Li goristanên şehîdan ên Rojava yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Ev goristan ji me re dibêjin yekîtiyê pêk bînin. Gelê me yekîtî pêk aniye. Êdî dora partî û rêxistinên siyasî ye. Divê em vî tiştî ji xwe bipirsin: Çi yekîtiya me ya neteweyî asteng dike?

Tehdîda li ser Kurdan îro didome. Tehdîdên li ser Efrînê didomin. Li Bakur, Başûr, Rojava divê em bi giyanekî hevpar li hemberî êrîşan têbikoşin. Em bawer dikin ev komxebat ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî wê gaveke mezin be.”