BI DÎMEN

Partiyên li Kerkûkê: Eger ku bêdeng bimînin wê tevahî Kurdistanê dagir bikin!

Nerazîbûnên li dijî êrîşa artêşa Tirk a li ser Rojava û Şengalê lidar xistin, li Başûrê Kurdistanê mezin dibe, partiyên siyasî yên li Kerkûkê, banga têkoşîna yekîtiya netewî ya hevpar kirin.

Nûnerên partiyên siyasî yên ku êrîşa AKP’ê şermezar kir, bal kişandin ku Erdogna dixwaze DAIŞ’ê rizgar bike, diyar kirin ku helwesta PDK’ê ‘nêzîkatiyekî ya şermê’ ye.

Nûnerên rêxistinê siyasî yên cuda ku ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku li dijî faşîzma Erdogan li hemû parçeyên Kurdistanê di vê bi ruhê serhildan û yekîtiya netewî rabin serhildanê, destnîşan kirin ku Erdogan dixwaze bi vê êrîşa xwe piştgiriyê bide çeteyên DAIŞ’ê yên li Reqa û Mûsilê li ser hev derbên giran dixwin e.

Nirxandinên nûnerên partiyên siyasî wiha ne:

‘ERDOGAN DIXWAZE DAIŞ’Ê RIZGAR BIKE’

 

 

Rêveberê YNK’ê yê Bajarê Kerkûkê Cengîz Îzzettîn:

“Nêzîkatiya partiya me û nûnerên me yên Kerkûkê di derbarê êrîşên artêşa Tirk a li ser Rojava û Şengalê diyar e. Em tevgerekî ya Kurdistanê ne, helwesta me jî di vî warî de ye. Bi ti awayî em êrîşên li ser parçeyên din ên Kurdisanê qebûl nakin.

Dewleta Tirk bi nîjatperestiyekî şoven bi taybet li dijî Civaka Kurdên Êzidî qetlîam pêk tîne. Em polîtîakayekî ya Osmaniya ne. Em jî wê didomînin. Jixwe di aliyê din de ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Reqa û Mûsilê li ser hev derbên giran dixwîn bi van êrîşan dixwazin ew çete nefesekê hildin. Piraniya van jî welatiyên Tirkiyeyê ne û bi alîkariya dewleta Tirk çûne wan deveran.

Yek ji sedemê din jî, Êdî li Kurdistanê piştgiriya wî her ku diçe kêm bûye, gel piştgirî nake. Ji bo partiya PDK ya ku ti bandora wê li Kurdistanê nemaye carekî din bibe serwer û desthilat van êrîşan dide kirin.

‘DIVÊ KOALÎSYON TIŞTA PÊWÎST BIKE’

 

 

Rêveberê Hîzba Zehmetkêşanî Kurdistan Şîwan Mihemed:

“Em vê êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar û lenet dikin. Jixwe diyar bû ku wê dewleta Tirk êrîşekî wisa bike. Ji ber ku me hemûyan jî dizanî li dijî gelê me siyasetekî faşîst û êrîşkar hebû. Ne tenê li Bakur vê yekê li her cihê Kurd lê ne birêve dibe.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin; Êdî sînorekê ji dewleta Tirk re xêz bikin. Yên ku li ser navê Koalîsyona Navneteweyî daxivîn, bila xwedî li gotinê xwe derkevin û tişta pêwîst bikin.

Güney Kürdistan’dan çıkmasını sağlamalıyız. Eğer olmazsa Güney halkı serhildanlara kalkmalı."

‘EGER KU BÊDENG BIBIN WÊ KURDISTAN TEV BÊ DAGIRKIRIN’

 

 

Rêveberê Eniya Demokrasî ya Gelan Arma Kerkûkî:

“Ev demekî dirêje dewleta Tirk dixwaze hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê heta niha ev plan bi cih nehatiye. DAIŞ a ku piştgirî kirin bi heman awayî dixwaze Başûr û Rojava dagir bike. Eger ku li Şengalê bi ser bikeve wê tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Tiştên ku îro Erdogan dike dişibe kiryarên Seddan Huseyîn ên destpêka salên 90’an a li Kûwêtê. DYA çawa wê demê li dijî Sedam Huseyîn operasyon lidar xist, îro dikar heman tiştî li dijî Erdogan jî bike. Ji ber ku her demê Erdogan sînorê welatekê derbas dike. Ji ber vê yekê divê NATO jî helwest bide nîşandan.

Ya li vir divê helwesa gelê me diyar be. Bi taybet divê gelê me yê Başûrê Kurdistan û siyasetmedarên wê li dijî vê têkoşîn bikin. Eger ku îro em bêdeng bimînin, sibehê wê bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bên dagirkirin. Ji bo wê divê hem hemû dakevin qadan, têkoşîn bikin ku dewleta Tirk a mêtinger ji xaka Başûrê Kurdistanê derbikeve. Eger ev nebe didê gelê Başûrê Kurdistanê raber serhildanê.”

 ‘NÊZÎKATIYA PDK’Ê CIHÊ ŞERMÊ YE’

 

 

Berpirsê Koma Kêmenetewên Cuda ên Kerkûkê Salahattîn Salayî:

“Em êrîşên dewleta Tirk a mêtingre şermezar dikin. Diyar bû ku wê êrîşên bi vî rengî bikin. Ji ber ku siyaseta dewleta Tirk li ser dijminahiya Kurda ne. Dewleta Tirk hêzekî dijminahiyê ye, wê êrîşên wisa bike, lê ya xemgîn helwesta PDK’ê ya dide nîşandane. Ev nayê qebûlkirin. Berdevkê Pêşmergeyan bê ku êrîşê şermezar bike derket pêşiya çapemeniyê got; ‘Bila PKK ji Şengalê derkeve’ . Ji bo vê jî dibêjin daxuyanî. Ev rewşekî ya şermê ye. Bêçarebûna xwe didî diyarkirin. Dema ku ala Kurdistanê li Kerkûkê hate bilindkirin, Erdogan mîna ku ferman bide siyasetmedarê Kurd got wê alê bînin xwar. Mixabin wê demê jî Hikûmeta Başûr li himber berpirsyariyên xwe helwest raber nekir. Di encama vê de êrîşî Rojava û Şengalê kirin. Êdî divê hemû partiyên siyasî li cem gel cih bigirin û li dijî dijminahiya faşîst raweste, têkoşînê bike.”