Partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê Helebce bi bîr anîn

Îro 16’ê Adarê di salvegera kîmyabarana Helebceyê de nûner û endamên partî û aliyên siyasî yên Kurd li Baxçeya Baxan li ber Keleha Kerkûkê hatin

Îro 16’ê Adarê di salvegera kîmyabarana Helebceyê de nûner û endamên partî û aliyên siyasî yên Kurd li Baxçeya Baxan li ber Keleha Kerkûkê hatin ba hev. Saet 11:00’ê beriya nîvro bi boneya bîranîna şehîdên komkujiya Helebce ji bo 5 deqîqeyan hemû kolanên bajêr hatin girtin û yên di merasîmê de amade bûn bi bêdengmayînê ew roj bi bîr anîn. Di merasîmê de ji bilî PDK’ê hemû partî û aliyên siyasî yên Kurd ên li Kerkûkê amade bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komelgay Kurdistanê Komel Sermed têkildarê bîranîna Helebceyê ji ANF’ê re axivî û got, “Îro 34 sal li ser ew kiryarê qirêj ya li ser gelê me de hat yek ji komkujiyên ne tenê Kurd belku di asta hemû cîhanê de ye. Îro em wek Tevgera Azadî li Kerkûkê ligel hemû partiyên Kurdistanî yên bajêr û bi amadebûna çalakvanên sivîl û kesayetiyên bajarê Kerkûkê tevlî vê merasîmê bûne. Em bejna xwe li ber tavahî şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê ditewînin.”

Sermed her wiha anî ziman; “Bîranîna vê karesatê li Başûrê Kurdistanê bûye çandek ku her sal di vê rojê de welatî û aliyên siyasî û çalakvan ji bo ragihandina xemgînî û bîranîna ruhê pak a wan şehîdan 5 deqîqeyan jiyanê didin sekinandin.”

Hevserok Komel Sermed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, “Bi nêrîna me xizmeta pêwîst ji bo xizmên şehîdan û bajêr nehatiye kirin, mixabin bajarê Helebceyê piştî ewqas qurbanî hêj jî ji xizmetguzariyên seretayî jî bê par e. Hêvîdar im ku aliyên pêywendîdar xizmeteke ji bo bajarê Helebce bikin û dixwazin ku daxwaza welatiyên bajêr ya ji bo ku Helebce bibe parêzgeh were bi cîh anîn û Helebceya şehîd bi fermî bibe parêzgeh.”