Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî

Li Bazarcixê şilî bariya, bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dît, maseyeke krîzê hat danîn.

Li navçeya Bazarcix a Mereşê, piştî nîvro şilî zêde bariya. Bahoz rabû û konên mexdûrên erdhejê yên li Taxa Cengîz Topel, ji ber bahozê xera bûn.

Zarokek ji ber bahozê jiyana xwe ji dest da, pir kes birîndar bûn.

Partiya Çepên Kesk, ji ber karesatê, ji bo pêdiviyên nebe nabe yên mexdûrên erdhejê maseyeke krîzê danî.

Maseya Krîzê bang kir ku hewcedariya mexdûrên erdhejê ya bi dexil û dan, kon, konteynir, cih, lihêf, betan û cil û bergan bê dîtin.