Partiya Çep qedexeya li ser Kurdan ji hikumetê pirsî

Piştî ku hikumeta Merkel bi rejîma Erdogan re tifaq çêkir, zext û dozên li Kurdan ên li Elmanyayê zêde bûn. Partiya Çep mijar xiste rojeva Melcîsa Federal û pirsa "Gelo qedexekirina wêneyan ne li dijî qanûnên navneteweyî ye?" kir.

Di nûçeyeke kovara Der Spiegel a meha Adarê de hatibû ragihandin ku Dozgeriya Federal a li Karlsruheyê, di nava sala 2017'an de bi îdîaya pêwendiya bi PKK'ê re 136 dosyayên lêpirsînê li dijî Kurdan amade kiriye. Hatibû ragihandin ku heman lêpirsîn sala 2016'an 37, sala 2015'an jî tenê 24 bû. Kovarê destnîşan kir ku di sala 2017'an de ku herî zêde wê wextê alozî bi rejîma Erdogan re hebû, lêpirsînên li Kurdan hatin vekirin bi 4 qatan zêde bû.

ANF'ê jî 11'ê Adara 2018'an giştînameyeke Wezareta Karên Hundir a Federal a 29'ê Çileya 2018'an weşandibû. Di giştînameyê de ku ne kêmî biryarname û qanûnên Rewşa Awarte yên rejîma Erdogan e, ji eyaletan hate xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê bi rengekî hê tund bi cih bînin.

Yek ji partiyên mûxalefetê Partiya Çep, li ser şîdeta polîsan a li dijî Kurdan, xweranegirtina li sembolan û zêdebûna hejmara dozên li Kurdan hatine vekirin, pêşnûme pirsek amade kir. Pêşnûme bi sernavê "Rewşa dawî ya mijara bicihanîna qedexeya li ser PKK'ê" hate pêşkêşkirin û ji hikumeta demokratên Xiristiyan/sosyal demokratan hate xwestin ku bersivê bidin.

Pêşnûme pirsa Partiya Çep ji aliyê van parlamenteran ve hate amadekirin: Ulla Jelpke, Dr. André Hahn, Gokay Akbulut, Michel Brandt, Christine Buchholz, Dr. Diether Dehm, Heike Hänsel, Andrej Hunko, Amira Mohamed Ali, Cornelia Möhring, Niema Movassat, Zaklin Nastic, Dr. Alexander S. Neu, Martina Renner, Dr. Petra Sitte, Kersten Steinke, Friedrich Straetmanns û Dr. Kirsten Tackmann.

Di pêşnûmeyê de hate pirsîn ku di nava 5 salên dawî de kîjan doz bi îdîya pêwendiya bi PKK'ê re hatine vekirin.

Her wiha hate pirsîn ku li ser mijara alên YPG/YPJ û PYD'ê ku di giştînameya Wezareta Karên Hundir a Federal de weke "sembolên qedexekirî" hatin nîşandan, helwesta eyaletan çi ye? Di pêşnûmeyê de bi kurtasî ji hikumetê hate xwestin ku der barê van mijaran de agahiyê bide:

- Ji destpêka sala 2017'an û vir ve, wezaretê û hêzên ewlekariyê der barê qedexeya PKK'ê de wekî din kîjan giştîname şandin?

- Li gorî hikumeta federal, qedexekirina wêne, deng û dîmenê Abdullah Ocalan li qanûna komeleyan tê yan na? Qedexeya li ser Ocalan bi kîjan şert û mercan hate amadekirin û ev qedexe li eyaletan bi çi rengî bi cih têne anîn?

- Li gorî nêzîkatiya hikumeta federal, qedexekirina wêneyên Ocalan gelo ne li dijî qanûnên Elman û navneteweyî ye?

- Hikumeta federal pê zane ku Ocalan ne tenê rêberê PKK'ê ye, di heman demê de ew afirînerê nêrîna "konfederalîzma demokratîk e" û bi nêrînên wî li Bakurê Sûriyeyê xwerêveberî ava bûye?

- Hikumeta federal ji payîza 2017'an û vir ve li ser NAV-DEM'ê agahî daye eyaletan?

- Hikumeta federal çawa dikare rave bike ku hejmara lêpirsînên bi îdîaya pêwendiya bi PKK'ê re ku sala 2013'an 13 bû, çawa sala 2017'an bûye 130?