Parlementerên Kurd ên Kerkûk: Iraq di parastina welatiyan de xemsar in

Parlementerên Kurd ên Kerkûkê têkildarî qetilkirina 3 ciwanên Kurd a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve daxuyaniyeke çapemeniyê da, diyar kir ku hikûmeta Iraqê di parastina welatiyan de xemsar in.

Di saetên êvarê de li Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê, Parlementerên YNK’ê yên li Parlamentoya Iraqê civînek çapemeniyê li ser kuştina sê ciwanên Kurd ên li bajaroka Şiwan a Kerkûkê lidarxistin.

Parlementerên Kerkûkê yên li Parlamentoya Iraqê gotin xwîna her sê ciwanên Kurd ên ku li bajaroka Şiwan a Kerkûkê bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, di stûyê hikûmeta navendî û artêşa Iraqê de ye. Parlamenteran daxwaz kirin di zûtirîn dem de hemahengî navbera pêşmerge û artêşa Iraqê pêk were.

Destpêkê Parlementer Merîwan Nadir axivî û got: “Wek koma YNK’ê li Parlamentoya Iraqê em bi awayek tund vê kiryara terorîstî şermezar dikin. Têkildarî rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê me gelek civîn li gel wezîrê hindirîn, wezîrê parastinê û aliyên peywendîdar lidar xist. Me di civînan de li ser giringiya avakirina navenda hemahengiya hevbeş axivîn. Tê payîn ku ev navend li Kerkûk û navçeyên bi nakok werin avakirin. Armanc ji avakirina navenda hemahengiyê jî ew e ku valahiya ewlehiyê ji aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê ve were tije kirin.”

Piştre Parlementer Rebwar Teha axivî. Teha got: “Karesate ku li deverek şêniyên wê hemû Kurd çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bikin. Ev tawaneke li sînorê Kerkûkê hatiye pêkanîn. Ji bowê xwîna van sê şehîdan li stûyê artêşa Iraqê ye. Em daxwaz dikin pêşmerge û artêşa Iraqê li van deveran hemahengiya wan hebin da ku dever ji DAÎŞ’ê were paqij kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva 17’ê Cotmehê di navbera gundê Tolik û Bîrespanî li sinorê Şêx Bizênî ya bajaroka Şiwan a Kerkûkê 3 ciwanên Kurd ku du ji wan bira û yê din jî pismamê wan bû, hatibûn kuştin. Duh jî çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyartiya kuştina her sê ciwanan li xwe girtibû.